Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên Dora 16’an hatin lîstin. Ji tîmên mezin Beşiktaş têkçû, FB û GS derbasî çarîk fînalê bûn. Ji tîmên bajarên kurdan Gaziantep FK ligel Konyayê lîst û maç bi 1-1’ê bi dawî bû. Gaziantebê bi 7-6 bi penaltiyan Konya têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.
Tîmên bi ser ketin hemû derbasî çarîk fînalê bûn. Ji bo çarîk fînalê rojên pêşiya me dê pişke bê kişandin. Maçên çarîk fînalê rojên 28’ê reşemî û 2’yê adarê tên elîstin. Maçên nîv fînalê rojên 4 û 6’ê avrêlê, maçên duyemîn ên nîv fînalê jî 25 û 27’ê avrêlê dê bêne lîstin. Du tîm dê derkevin fînalê û maça fînalê roja 18’ê pûşpera 2023’yan tê lîstin.
Va ne hemû encam:
- Sivas - Karacabey Birlik: 3-0
- Antalya - Kayseri: 0-2
- Alanya - Galatasaray: 1-2
- Karagumruk - Başakşehir: 2-2 (Bi penaltiyan Başakşehir bi ser ket: 3-5)
- Ankaraguca - Beşiktaş: 1-1 (Bi penaltiyan Ankaragucu bi ser ket: 4-3)
- Umraniye - Trabzon: 1-4
- Gaziantep - Konya: 1-1 (Bi penaltiyan Gaziantep bi ser ket: 7-6)
- Fenerbahçe - Rize: 2-1
Tîmên derketin çarîk fînalê ev in:
Galatasaray, Trabzon, Başakşehîr, Sivas, Kayberi, Ankaragucu, Gaziantep, Fenerbahçe


