Diyarname
Serfermandariya Artêşê ya Yewnanistan ji ber ku Yewnanistan di nav qeyrana aboriyê de ye biryar da ku artêşek, 5 tumen, 11 tûgay, 40 alay, 80 yekîne û 23 yekîneyên perwerdehiyê bela wela bike.
Li gor rojnameya Etnot a alîgirê hikumetê ji bo di salê de 500 mîlyon Euro tasarûfê bikin, yek ji 5 artêşên girêdayî hêzên bejayî yên yewnan, ji 10 tumenan 5, ji 24 tugayan 11 jê dê bêne tasfiyekirin.
Dîsa Etnos radigihîne ku tê plankirin ku 40 alay, 80 yekîne û 23 yekîneyên perwerdehiyê jî bêne tasfiyekirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku dê sedî 15 butçeya hêzên behrê yên yewnan jî bê daxistin û bi vî awayî 140 mîlyon Euro tasarûf bê kirin. Hêzên hewayî yên yewnan jî bi vî awayî dê tasarûfê bike.


