Diyarname
Îsraîlê ragihand ku wan Îsmaîl Xetîb kuştine. Çapemeniya Îranê jî ragihand ku agahî rast e, Xetîb miriye.
Di şer de heta niha gelek rayedarên Îranê hatin kuştin. Siyasiyên ku di şer de mirine ev in:
- Rêberê olî Elî Xemaneyî
- Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî: Elî Larîcanî
- Serokê Konseya Parastinê Elî Şemhanî
- Wezîrê Parastinê Elî Nasirzade
- Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Xetîb
Di şer de serleşkerên ku hatine kuştin jî ev in:
- Serfermandarê Artêşê Ebdurrehîm Mûsewî
- Serleşkerê Mihafizên Şoreşê Mihemmed Pakpur
- Serleşkerê Besîcê Gulam Riza Silêmanî
Li aliyê din heta niha li Îranê hezar û 300 kes mirine.
Di êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Lubnanê de jî li Lubnanê heta niha 968 kes mirine, 2 hezar û 423 kes birîndar bûne.