Diyarname
Xebata ji bo "Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo" temam bû û ji bo destpêkirin û ragihandina vê xebatê li Stenbolê şahiyek li dar ket.
Şahî li Navenda Çanda Kozyatagiya Stenbolê li dar ket. Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan, Hevserokên DBP'ê Cigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir jî di nav de gelek kes di şahiyê de amade bûn.
Koordînatorê Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ew di rojeke dîrokî de ne. Yildirim got ku wan îro dibistana muzîkê a Egîdê Cimo ava kirine û ji ber vê yekê serbilind in.
Çîrokbêj û nivîskar Ayhan Erkmen li ser Egîdê Cimo agahî dan ku pêre jî xwendekarê Egîdê Cimo Mîroyê Qanat li dûdikê dida. Piştî nîşandayîna sînevîzyonê, hunermendên jin JINma konser dan. JINmayê bi kurmancî û kirmanckî stranên xwe pêşkêş kirin û şahî bi dawî bû.
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo li Stenbolê dê dersên muzîkê bide.