Diyarname
Ji bo 48'emîn salvegera şewata Sînemaya Amûdê li paytexta Avusturya Viyanayê bîranîneke pêk hat.
Şeva bîranîna Sînemaya Amûdê ji aliyê Komeleya Kurdên Sûriyeyê û bi alîkariya Partiya Die Grune (Partiya Keskan) hate li darxistin.
Komek kurdên niştecihên Avusturyayê beşdarî şeva ku di 29'ê mehê de li dar ket bûn. Şeva bîranînê saet 7'ê êvarê dest pê kir û heta 9 û nîvê berdewam kir.
Di şevê de semînereke hate li dar xistin. Di semînerê de Dr. Ebdulbasit Seyda (ku ji Swêdê Hatibû) û Jan Dost ku ji Almanya hatibû wekî axifger amade bûn û axaftineke kirin.
Dr. Seyda bi şêweyekî panoramî behsa şewata sînemayê kir ku sala 1960'an dora 184 zarokên kurd têde şewitîbûn. Nivîskar Jan Dost jî bal kişand ser şewaten giyanî ku kurd di nav agirê wê de ne û got ku qedexekirina çand û wêjeya kurdî, ew jî berdewamiya şeata amûdê ye.
Şevbuhêrk saet 7 êvarê heta neh û nîvan berdewam kir.