Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Li ser rûyê dinyayê kurd niha sê (Latînî, Erebî, Krîlî) alfabeyan bikar tînin. Dîsa li ser rûyê dinyayê kurd tekane gel in ku sê alfabeyan bikar tînin; ji ber vê yekê jî nabin yek. Ê baş e dê kurd çawa ji hev fêm bikin? Mînak kurdekî Bakur çawa dê nivîsên kurdekî Başûr bixwînin? Pirs dikare berevajî bê pirsîn. Dîsa kurd divê hêdî hêdî ber bi kîjan alfabeyê ve biçin û di serdema pêşiya me de rayedar biryarek çawa bidin? Me bi nivîskar Amed Çeko Jiyan re xeber da. Çima Jiyan? Ji ber ku wî niha pirtûkek bi navê “Alfabeya Kurdî Bi Tîpên Erebî” (Weşanên Dara) derxist. Bi vê pirtûkê kesên bixwazin dikarin xwe bi xwe hînê tîpên erebî yên kurdî bibin. Me li ser pirtûk, alfabe û gavên pêş ên yekîtiya alfabeya kurdî pêre hevpeyvînek kir. Fermo…
Çima xebatek wisa? Dê ev xebata te bi kêrî çi, kî bê?
Ji ber ku kurd du alfabeyan bi kar tînin û ji bo ku dikaribin xwe bigihînin tekstên hev, girîng e ku her du alfabeyan zanibin. Min demekê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dersên alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî dida hunermend û xebatkarên Şanoya Bajêr. Wê demê gelek kesên din dixwest ku ew jî fêrî vê alfabeyê bibin. Ji bo vê jî, min ji bo kurdên ku alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî dizanin lê alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî nizanin, pirtûka li ber destê we amade kir. Niha jî ji bo kurdên ku alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî dizanin lê ya bi tîpên latînî nizanin, pirtûkeke wekî vê amade dikim.
Tu çima dixwazî di nav kurdan de alfabeya latînî belav bibe? Yan jî tu dixwazî alfabeya erebî belav bibe?
Ez dixwazim di nav kurdan de alfabeya latînî belav bibe. Li gorî min ya herî aqilane û pêkan ev e.
Li gor te kesek li Bakur hatibe dinê û mezin bûbe, dê bi awayekî hêsan bikaribe hînî alfabeya erebî bibe? Ji bo hînbûnê tu rêbazek çawa pêşniyar dikî? Bi taybetî bila bala xwe bidin ser çi ku di serê wan de bimîne, zûtir hîn bibin?
Hemû kesên ku ji bo fêrbûnê hewlekê bidin ew ê fêr bibin. Bêguman fêrbûn wê ji bo hin kesan hêsantir û ji bo hin kesên din zehmettir be. Ji bo fêrbûnê pêşî divê yek ji vê pirtûkê bistînin û bi qelem û kaxiz xwe bi xwe bixebitin. Mirov dikare xwendin û nivîsandina bi alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî zû fêr bibe, yanî hemû kesên ku ji bo fêrbûnê hewlê bidin, ew ê dikaribin bi vê alfabeyê binivîsin û bixwînin. Lê ya girîng ew e ku vê bi berdewamî bikin. Di vê serdema înternetê de dikarin bi tikandinekê xwe bigihînin malperên kurdî yên bi tîpên erebî û zûtir fêr bibin û xwe bêtir bi pêş bixin. Wekî din, li gel ku ev alfabe bi tîpên erebî ye, mantiqê nivîsandinê bi latînî ye. Ev jî fêrbûnê hêsantir dike.
Kurd alfabeyên latînî, erebî û krîlî (li Rusyayê) bikar tînin. Di serdema em tê de ne kîjan alfabe zêdetir bi kêrî kurdan tê?
Bêguman di vê serdemê de alfabeya zêdetir bi kêrî me kurdan tê, alfabeya bi tîpên latînî ye. Li gorî min çend sedemên vê hene. Sedema sereke ev e ku îro piraniya kurdan vê alfabeyê bi kar tînin. Bi raya min ev sedem sedemeke gelekî girîng e. Dibe ku ji bo hin kesan sedema girîng ew be ku mîrateya nivîskî ya serdema me bi zimanên ku vê alfabeyê bi kar tînin be, lê bi raya min ev ne sedemeke pir girîng e. Lewre heke tu almanî nizanibî, ji te re hîç ne girîng e ka Nietzsche, Freud yan jî Hegelî bi kîjan alfabeyê nivîsandiye.
Ma ne hewce ye kurd jî wekî gelekên din xwedî tekane alfabeyê bin?..
Yan kurd wê her du alfabeyan fêr bibin yan jî tenê alfabeyekê bi kar bînin. Her du jî zehmet in, lê ya çêtir bikaranîna tenê alfabeyekê ye. Wekî min got, li du beşên Kurdistanê, û em dikarin bêjin ku gelek nivîskarên ji rojhilatê Kurdistanê jî bi alfabeya latînî dinivîsin. Wekî din, li başûrê Kurdistanê statuya kurdan heye û îradeyeke naskirî û qebûlkirî heye, li ser xêrê dîroka referanduma serxwebûnê jî diyar bû û ber bi serxwebûnê ve diçe. Loma rêveberiya Başûr dikare plansaziyekê çêke û heta wextekê li dibistanan her du alfabeyan bide fêrkirin û paşê biryara bikaranîna tenê alfabeya bi tîpên latînî bide. (Belkî wê demê em ji ‘zor jwana’yan xilas bibin.)
Mixabin li bakur û rojhilatê Kurdistanê kurd hê jî bê statu ne, ango nayên naskirin û qebûlkirin. Heke partiyên bakurê Kurdistanê biryara fêrkirina her du alfabeyan bidin jî, mixabin dibistan di destê dewleta tirk de ne.
Tu jî dizanî tirkan alfabeya erebî bikar dianî. Ataturk û Înonu li ser vê nîqaş kirin, Înonu dijî guhartinê bû, Ataturk di carek de biryar da û Înonu jî di nav de her kes di cih de derbasî latînî bû. Bi ya te ji bo kurdan li nav kurdan rêberên wan dikarin bi carek de biryarek wisa bidin? Kî dikare bide? Yan ji bo biryarek wisa Kongreya Neteweyî divê?
Em kurd ku bi sedan salan in bindestên tirk, ereb û farisan in, em wan bi qasî wan nas dikin loma jî em dikarin ji çewtiyên wan dersan wergirin û heman çewtiyan dubare nekin. Bi raya min biryara tirkan ya di şevekê de guhertina alfabeye, biryareke gelekî çewt bû. Bi wê biryarê re tirk mîrateya wan ya nivîskî di şevekê de bû sifir. Gelek nivîskarên tirk jî dibêjin ku di şevekê de bûn cahil û man. Heke ew roj hat ku kurd bi qasî biryara alfabeyeke hevpar bidin li ser axa xwe azad bûn, pêwîst e vê guherînê hêdî hêdî bikin. Wekî pêşniyara ku min ji bo Başûr dayî, dikarin demekê li dibistanan her du alfabeyan bidin fêrkirin û di ber de jî berhemên bi alfabeya kevn bi alfabeya nû binivîsin.
Mixabin îro hemû kurd ne di bin banê dewletekê de ne, loma jî biryara yek alfabeyî wê bandorê li hemû kurdan neke. Heke Kongreya Neteweyî bicive û biryareke wisa bide jî, ev biryar dê li Bakur û Rojhilat bêwate be, lewre pergala perwerdehiyê li van her du parçeyan ne di deste kurdan de ye, kurd ji vî mafî bêpar in. Lê biryareke wisa li Başûr û Rojava dikare bê bicîanîn, ji ber ku li van her du parçeyan pergala perwerdehiyê di destê kurdan de ye. Jixwe li Rojava jî alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî tê bikaranîn. Dimîne Başûr. Loma kurd dikarin ji rêveberiya Herêma Kurdistanê daxwaz bikin ku li dibistanên herêmê her du alfabe bên fêrkirin.
Niha dema tu diçî Başûr gelek tabela bi tîpên erebî û latînî ne. Ev yek jî dikare zûtir me ber bi alfabeya latînî ve bibe. Ne?
Belê, wekî te gotî, bi saya tabelayan û her wisa bi saya înglîzî, alfabeya latînî ji başûriyan re ne xerîb e. Lê ew alfabeya latînî bi qaydeyên îngilîzî dinivîsin. Nizanim gelo ev ê fêrbûna alfabeya kurdî zehmetir bike yan hêsantir bike.
Ez alfabeya erebî li mizgeftê û medreseyê fêr bûm. Alfabeya ez fêr bûm, alfabeya Quranê bû ku ew alfabe û alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ji hev cuda ne. Ji ber ku ez wê alfabeye zanibûm, fêrbûna alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ji hin aliyan ve ji min re zehmet bû lê ji hin alian ve hêsan bû. Aliyê hêsan ew bû ku min tîp dinasîn, yanî ez dizanibûm “elîf, bê tê, sê…” çawa tên nivîsandin. Zehmetî ew bû ku di alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî de tîpên dengdêr hene lê di ya Quranê de tune ne. Wekî mînak, di alfabeya Quranê de “here” bi tîpên “h” û “r” tê nivîsandin lê di alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî de bi tîpên “h”, “e”, “r”, “e” tê nivîsandin. Bi alfabeya kurdî dizanî “here” “here” ye, lê bi alfabeya erebî “hr” dikare bibe “her”, “hur” yan “hir”.
Dibe ku ji ber heman sedema başûrî tîpên latînî nas dikin, alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî zûtir fêr bibin lê divê pêşî dev ji qaydeyên înglîzî berdin.
***
Amed Çeko Jiyan kî ye?
Amed Çeko Jiyan (Mehmet Cemal Çelik) di sala 1980'yî de li Misirca Sêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam Hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekiriye.
Nivîsa wî ya pêşî ku wergera gotareke zanistî bû, di fanzîna kurdî ya yekemîn Kulîlkê de hat weşandin. Di sala 2004’an de li Elezîzê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê Çirûsk ku 4 hejmaran derçû, kir û di wê fanzînê de çîrok û wergerên xwe weşandin.
Di damezrandina Koma PCKurdê de cih girt û di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên komputerê wergerandin kurmancî. Di salên 2008 û 2009’an de li rojnameya Azadiya Welat wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtorê rûpela hevpeyvînan, edîtorê rûpela wêjeyê û her wisa wekî redaktorê hin rûpelan kar kir. Di sala 2009’an de li Hewlêrê li AKNewsê 5 mehan di beşa kurmancî de xebitî.
Di navbera salên 2011 û 2016’an de li Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê edîtoriya pirtûkên çand û dîrokê û wergêriya materyalên dersên hunerî yên Konservartuara Aram Tîgran kir.
Çîrok, werger û gotarên wî di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîlka Ciwan, Kovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop ji Îngilîzî wergerandine kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara Peyv de weşandine.
Berhemên wî:
1. Varjabed, Çîrok, Weşanên Lîs, 2010
2. Welcome to Amed, Rêbera Axaftinê, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2014
3. Berbang Jî Şahid e, Çîrok, Weşanên J&J, 2014
4.Alfabeya Kurdî Bi Tîpên Erebî, Rêziman-alfabe, Weşanên Dara, 2017
Werger:
1. Şikandina Çerxa Tundiyê, Afish Ltd., 2011
2. Amed Coğrafya Tarih Kültür (Amed Erdnîgari Dirok Çand), Amed Tîgrîs & Yildiz Çakar, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2013
3. Hûn bi xêr hatin! Almanî Gava Pêşî, Flüchtlingshilfe, München e. V., 2016



