Diyarname
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku di nav zimanên di bin talûkeya têkçûnê de ne gagaûz jî heye.
UNESCO atlasa înteraktîfa ya li ser "Zimanên Dinyayê yên di Bin Talûkeya Têkçûnê de ne" amade kiriye û wê her sal nû dike. UNESCO'yê niha zimanê gagaûz jî xist nav vê lîsteyê.
Li Moldova û Ukrayna'yê nêzî 180 hezar kes bi zimanê gagaûzî diaxive lê dîsa jî ziman di talûkeya windabûnê de ye.
Du zaravayên bingehîn ên gagauzê hene: Zaravaya Çadir Lûnga Komrat û zaravaya Vûlkaneştî.
Wekî notek: UNESCO'yê zaravaya kurdî kirmancî (zazakî)* jî xistibû nav vê lîsteyê.