Diyarname
Hunermend Yeqîn H. ku berê stranên hunermend Mihemed Şêxo xwendibûn û albumek derxistibû, niha di salvegera wî de klîbek ku nû kişand pêşkêş kir.
Hunermendê gorbihuşt Mihemed Şêxo roja 9'ê adara 1989'an mir. Ji wê rojê de gelek kesî stranên wî xwendine. Nivîskarê Diyarnameyê û hunermend Yeqîn H. jî bi şêweyeke slow stranên wî yên dil berdabûn xwendin û jê albumek bi navê "Nehberk" di sala 2019'an de derxistibû.
Yeqîn H. niha ji albumê ji bo strana "Nesrîn" klîbek kişand, ew gihand roja mirina Mihemed Şêxo û bi ser kanala xwe ya youtube re pêşkêş kir. Yeqîn H. bi van gotinan klîb pêşkêş kir: "Îro roja koça hunermendê nemir Mihemed Şêxo ango Bavê Felekê ye...
Bi boneya ku di roja wefata wî de silavekê di ruhê wî yê nemir vedim, min ji albuma xwe NEHBERKê (ku ji neh stranên M.Şêxo pêk tê!) ji bo NESRÎNê klîb kişand."
Fermo "Nesrîn" û ew klîb:
***
Nivîsên eleqedar:
- Li ser Mihemed Şêxo çend nivîs
- Yeqîn H: Ji 3 dengên di guhê min de, yek jê dengê Mihemed Şêxo ye