logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.
  2. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  3. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  4. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  5. PSG'ê pozê Realê şikand!
news-details

Xwendekarên kurd beşdarnameyên xwe girtin

Li Kurdî Derê Xebata Atolyeyê ya hîndekariya zimanê kurdî bi dawî bû û xwendekaran beşdarname girtin.

  • Dîrok: 23/01/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Amed
Li Amedê li navenda Kurdî Derê Xebata Atolyeyê ya hîndekariya zimanê kurdî ya ku di 27’ê sermaweza 2008’an de dest pê kiribû bi dawî bû. Di encama xebata atolyeyê de 10 xwendekarên ku bi ser ketin beşdarnameyên xwe girtin.
Di bin banê navenda Kurdî Derê de xebatên atolyeyê ya hîndekariya zimanê kurdî dewam dikin. Di nava van xebatan de koma asta navîn ya ku di 27’ê sermaweza 2008’an de dest pê kiribû bi encam bû. Ev koma xebata atolyeyê di çarçoveya mijarên wekî rewşa zimanê kurdî, rastvegotin, rastxwendin, rastnivîsîn, rêziman û ferhengê de hatibû lidarxistin. Beşdarên ku tevli vê xebatê bûn bi wergirtina beşdarnameyan re kêfxweşiyên xwe anîn ziman û hêvî daxwazên xwe diyar kirin.
Ji beşdaran Ahmet:
- Têgihiştin û kalibên zimanê kurdî û yên tirkî ne wekî hev in. Ji ber wê di vê xebata atolyeyê de her çi qas hinek zor gihîştibe me jî bi têgihîştina zimanê kurdî re ew zorî ji bo me bûn kêfxweşî.
Fatma:
- Me di xebata atolyeyê de têgihîştina zimanê kurdî û rêzimana kurdî hîn kir. Helbet ev baş bû, lê divê ku ev di vir de nemîne. Divê ku em bikaribin di jiyana rojane de li gorî van rê û rêçikên rêziman kurdiya xwe ya şîrîn û xweş biaxivin. Ji ber vê jî divê ku her kes tev li xebatên bi vî rengî bibe.
Şukriye:
- Êdî zimanê kurdî dê bi rêk û pêk ji nava çar dîwarên sazî û dezgehan, ji nava mamoste û pêwendîdarên zimanê kurdî derê û bikeve kolanan.
Fatîh û Talat jî anîn ziman ku di telefuzê de problem dijiyan lê bi vê xebatê hinek xwe pêş de birine û kêfa wan bêtir ji axaftina kurdî re hatiye.
Her wiha moderatorê atolyeyê Azad Zal jî bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanê kurdî ya kolanan û bazarê û daxwaza ji şêniyên Amedê kir ku tev li xebatên bi vî rengî bibin da ku kurdiya bi rêk û pêk li nava gel bela bibe.
Zal hêvî daxwazên xwe ji bo Kurdî Derê jî diyar kir ku zêdetir girîngiyê bide xebatên bi vî rengî û baştir  organîze bike…
Bi dayîna beşdarnameyan koma xebatê belav bû.
Kurdî Der ji 2006’an vir ve xebatên atolyeyê dimeşîne. Di 2008’an de tevî saziyên sivîl yên baskî û katalanî re projeya gihandina mamosteyan li dar xist û bi qasî 2 sed berendamên mamostetiyê perwerde kir. Her wiha li herêmên kurdan yên din jî di bin banê Kurdî Derê de xebatên bi vî rengî hatin lidarxistin.

XEBATA ATOLYEYA HÎNDEKARIYA ZIMANÊ KURDÎ bi vî awayî bû:

• Mamoste:   Azad ZAL
• Alîkar:   Omer FÎDAN
• Dema Perwerdehiyê:  27.10.2008 – 20.01.2009
• Pergala Perwerdehiyê: Di hefteyê de du roj û rojê du saet. Duşem û Sêşem di navbera 16:00 – 19:00’an de.
Beşdar:    24
Yên ku bi ser ketin:  10
• Bernameya Perwerdehiyê:
Xwendin:  
1- Roviyê bêduvik  (Çîroka gelêrî, Berhevkar: Hogir Berbir)
2- Kî ker e, kî şêr e  (Fabla kurdî, Berhevkirin û guncawkirin: Azad ZAL)
3- Gulê    (Çîrok, Nivîskar: Nureddîn Usif (Nûredîn ZAZA)
4- Gul û Bulbul  (Çîrok/Werger: Oscar WILDE/Mizgîn AYDIN)
5- Pîrê û dîk  (Çîroka gelêrî: Berhevkar: Eslixan YILDIRIM)
6- Melayê Cizîrî  (Biyografî, Amadekar: Azad ZAL)
Rêziman: Ziman, zimanên dinyayê, zimanê kurdî û zaravayên kurdî
Têgihiştina li ser ziman, felsefeya zimanê kurdî
Alfabe (Fonetik)
Bêjezanî (Morfolojî)
Bêje
Tofên peyvan (Cureyên peyvan)
Navdêr
Rengdêr
Cînav
Hoker
Lêker
Daçek
Gihanek
Baneşan
Hevoksazî (Sentaks)
Ravek
Hevok
Serbest: Di navberê de li ser axaftin, vegotin, vekîte û ferhengê hate sekinandin û carina lîstikên ku ferhengê xurt bikin hatin lîstin. Wekî spartek amadekirina nivîsekî hate xwestin.

Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 07 2025

Hathaway rolê Mother Mary kay kena

news
  • 01 07 2025

Ji bo Gûzeka Zêrîn dema serîlêdanê ye

news
  • 30 06 2025

Dem dema Cazê ye

news
  • 30 06 2025

Festîvala Aştiyê ya Zarokan dest pê kir

news
  • 29 06 2025

Huner û Ziman li Atolyeya Hunerê bi hev re hatin!

news
  • 29 06 2025

Tetwan de wext wextê festîvale wo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

DTP sibê berendamên xwe eşkere dike

ad

Bankayan li Amedê xebatên xwe rawestandin

ad

'Her fikir li vir xwe tîne ziman'

ad

Tenê kompaniyek ji hemû Tirkiyeyê zêdetir difroşe!

ad

'Trajediya Evîndara' derket

ad

Li Şaredara Licê ceza birîn, niha wê çawa be?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.

  • 11 07 2025
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname