Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) berendamên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov eşkere kirin. Îsal Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' jî wekî berendam hatin nîşandayîn.
PE'yê bi ser malpera xwe re berendam eşkere kirin. 9 berendam hene. EPP'ê (Partiya Gel a Ewropayê), S&D'yê (Sosyalîst û Demokrat), Renew Europe Renew û Aktîvîstên Perwerdekar ên ji Afganistanê yek bi yek Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' wekî berendam nîşand dane. Ji bilî van hin berendamên din jî hene. Li aliyê din Neofaşîstan Elon Musk wekî berendam nîşand dane.
Li gor bernameyê Komîteya Pêşketin û Têkiliyên Derve a YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) ji nav van dê 3 fînalîstan eşkere bike. Seroka PE'yê Roberta Metsola û serokên komên partiyên siyasî roja 19'ê mehê ji nav van 3 fînalîstan serketî diyar bikin.
XELATA SAKHAROV
Fîzîkzanê ji Sovyetê û muxalifê siyasî Andrei Sakharov di sala 1975'an de Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû. Ji sala 1988'an ve li ser navê wî ev xelat tê belav kirin û didin kes û saziyên di warê mafên mirovan de ked dane. Xelata Sakharov beranberî 50 hezar Euroyî ye.
Di sala 1988'an de ev xelat dabûn Nelson Mandela. Di sala 1995'an de dabûn Leyla Zana lê ji ber ku ew girtî bû piştî hat berdan (2004) xelata xwe girt.
Di sala 2016'an de ev xelat dabûn keça êzîdî Nadia Mûrad û Lamiya Aji Bashar.
Par ev xelat bi gotina "Ji bo gelê Ûkrayna ê dilpola" ev xelat şandibûn ÛKraynayê.