WAN
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê panelek li dar ket. Panela ku 18'ê mehê Baroya Wanê organîze kiribû, ji Komîsyona Ziman a Baroya Wanê Ali Şapkaci bi rê ve bir. Zimanzan Zana Farqînî û nivîskar-wergêr Samî Hêzil beşdar bûn.
Farqînî ku pêşî axivî, got ku divê em bi ser bikevin, ji ber ku li holê pergalek heye ku ji aliyê fîzîkî, çandî ve dike me tune bike. Farqînî diyar kir ku ne li Îran, ne jî li Iraq û Sûriyeyê bi qasî Tirkiyeyê pergala asîmîlasyonê ew qas kûr e û ev yek lê zêde kir, "Em qala saziyên xwe dikin lê em çiqas qîmetê didin ziman, em çiqas teşwîq dikin. Ya diduyan, ev ziman digihê zarokan yan na, çend kes pê diaxivin, ev ziman li qadên din bi zimanên din re têdikoşe, di heman astê de ye yan na? Gere bersiva van pirsan bê dayîn. Dewlet zimanê we bêqîmet dike, dibêje 'Tu vî zimanî hîn bibî wê bi kêrî çi bê?' Li hemberî vê em reaksiyoneke çawa nîşan didi? Gere em li ser van bisekinin."
Zimanzan Farqînî diyar kir ku ziman ger nebe zimanê perwerdehiyê nikare pêş bikeve, bi navên kurdî ku tu li zarokan bikî nikarî pêşî li asîmîlasyonê bigirî.
Nivîskar-werger Samî Hêzil jî diyar kir ku prestîja ziman gelek girîng e, ji ber ku prestîja kurdî kêm e nikare bibe zimanê civakê, niha dema em li rewşa ziman dinêrin gelek aliyên erênî û neyînî hene.
Hêzil got ku li aliyek aktîvist, komîsyonên ziman, weşan zêde dibin ev hêvî dide, lê li aliyê din li nav civakê bikaranîna kurdî kêm dibe, zarok zimanê xwe hîn nabin, gere em vê yekê nîqaş bikin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 12 sazî: Heta kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin
- HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî jin li kuçeyê bûn
- Ji bo Cejna Ziman panelek: 'Wêjeya kurdî û derbiderî'