logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

  • Dîrok: 23/01/2026
  • Beş: Nûçe

Zêdetirî 70 rêxistin û saziyên Ewropayê ku di nav wan de rêxistinên Elewî, Êzidî, koçber, sosyalîst, jin û alîgirên aştiyê hene, bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan Rojava.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Artêşa Sûriyeyê ku bi piranî ji DAIŞ'ê û komên cîhadîst ên mîna wê, ji 6'ê rêbendanê ve êrîşên xwe li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Rojava daye destpêkirin" û wiha dom kir, "Van hêzan, bêyî ku peymanên berê hatine îmzekirin li ber çavan bigirin, êrîşên berfireh ku ji Helebê dest pê kirine û heta Rojava dewam dike pêk anîne. Ev êrîş bûne sedema mirina gelek sivîlan û koçberbûna bi hezaran kesan. Jinên kurd dîl hatine girtin û şervanên HSD'ê bi rêbazên ku wekî sûcên şer têne hesibandin hatine îşkencekirin û qetilkirin. Ev êrîş ne tenê wekî çalakiyên leşkerî ne, di heman demê de wekî hewldanek ji bo hilweşandina pergalê, gel û jinên li Rojava ne."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên cîhadîst ne tenê êrîşî kurdan, di heman demê de êrîşî elewî, durzî, xiristiyan û misilmanên sekuler ên li Sûriyeyê jî kirine" û wiha hatiye gotin, "Wan hemû gelên ku ji ber bawerî û şêwaza jiyana wan qebûl nedikirin hedef girtin, welat xistin nav tarîtiyek mezin. Gelê Rojava, bi taybetî jinên kurd li dijî DAIŞ'ê berxwedanek mezin raber kirin, hem hebûna xwe û hem jî nirxên hevpar ên mirovahiyê parastin û li herêmê DAIŞ'ê têk birin. Îro, komên cîhadîst ên ku Peykera Jina Azad ku sembola vê berxwedanê bû hilweşandin, zindanên DAIŞ'ê yên di bin kontrola HSD'ê de jî bi dest xistin û bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê serbest berdan. Ev rewş ne tenê Rojava, di heman demê de tevahiya cîhanê tehdît dike. Niha ev kom armanc dikin ku bi girtina Kampa El-Hol, ku bi qasî 50 hezar çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan lê ne, herêmê bixin nav kaosê."

Saziyan gotiye "li pişt van êrîşan îtîfaqeke paşverû ku di nav de DYA, Brîtanya, YE, Îsraîl û Tirkiye hene" û gotine, "Ev hêz dixwazin herêmê ji bo berjewendiyên xwe ji nû ve saz bikin û sîstema ku li Rojava li ser bingeha wekhevî, azadiya jinan û jiyana demokratîk pêş dikeve, hedef digirin. Hebûna Rojava ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê jî girîng e."

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz hat kirin ku li kêleka Rojava bisekinin, hevgirtina navneteweyî xurt bikin û dengê xwe li dijî van êrîşan bilind bikin. Saziyan gotiye heta Sûriyeyeke demokratîk ava bibe ewê ligel Rojava bin.

Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev e:
*Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê (AABK)
*Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dersimê ya Ewropayê (ADEF)
*Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK)
*Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH)
*Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E)
*Însiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKI)
*Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê (ADKM)
*Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AvEG-KON)
*Yekîtiya Kedkarên Koçber a Ewropayê (AGEB)
*Platforma Piştgiriyê ya Dep a Karakoçanê ya Ewropayê (AVKARDEP)
*Navenda Çandî ya Koçgirî ya Ewropayê
*Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE)
*Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê (EFFP)
*Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê
*Meclîsa Penaberên li Ewropayê (ASM)
*Konfederasyona Ewropayê ya Karkerên Tirk (ATİK)
*Înîsiyatîfa Alternatîf a Deryaya Reş
*Navenda Çandî ya Elewiyan a Bad Homburg
*Dergeha Elewiyan a Bernê
*Komeleya Hevgirtina Dersimê ya Bielefeld û Deverên Derdorê
*Komeleya Elewiyan a Cenevreyê (AAG)
*Cênî – Kurdisches Frauenburo fur Frieden e.V/ Berlîn
*Cıvrak Europe e.V
*Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA)
*Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DİDF)
*Komeleya Dij-Jenosîdê ya Dersimê 38
*Kongreya Avakirina Dersimê (DİK)
*Komeleya Çand û Hevgirtina Mala Gel a Rojhilatê Swîsreyê
*Komeleya Çand û Hevgirtina Navneteweyî – Elmanya
*Koordînasyona Êzidiyan
*Navenda Çanda Elewiyan a Gustavsburgê
*Însiyatîfa Aştiyê ya Hamburgê
*Navenda Çanda Elewiyan a Hochtauns
*Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
*Komeleya Civakî û Hevgirtina Roviyan a Swîsreyê
*Komeleya Mafên Mirovan û Hevgirtinê – Swîsre
*Komeleya Çanda Kizilirmak ê bi perspektîfa jinan
*Înîsiyatîfa Kigı Elmanya
*Komeleya Koçberên Kurdistanê (KURDKOM) – Swîsre
*Komeleya Kurmeş
*KUTUSCH – Swîsre
*Komeleya Pazarcixê ya li Mainz
*Komeleya Çanda Dersimê ya Mainz û Derdora wê
*Federasyona Komeleyên Meraşê (MARDEF)
*Kongreya Gelê Mezopotamyayê
*Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP)
*Nor Zartonk – Ewropa
*Organîzasyona Xweser a Koçberên Kolektîf a Pangea – Swîsre
*Partiya Komunîst a Kurdistan-Ewropa (KKP-Ewropa)
*People’s Bridge
*Cemxaneya Pîr Sultan Abdal -Alzey
*Pride Rebellion
*Rastiya Pontosê
*Qad-Verein fur Friedensforschung e.V.
*Socialist Youth Movement (SYM)
*Soli-Dem
*Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP Ewropa)
*Partiya ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP Ewropa)
*Platforma Dengê Girtiyan (TSP)
*Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî
*Komîteya Navneteweyî ya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî re (UPOTUDAK)
*United Front
*Varto Der Reihn-Main e.V
*Wenge Dersim-Hanover
*Xeta Sor
*Cîhanek ji bo Jiyanê
*Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG)
*Jina Nû
*Partiya Çep a Kesk – Ewropa
*Young Struggle
*ZORA

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tekane rojnameya bi kurdî dest bi serdema nû kir

ad

Eşkere bû: Navenda fînalê PORTO ye (Hat nûkirin)

ad

Barzanî ji Serokdewletî îstîfa kir

ad

Dîrokey Festîvaley Mûnzûrî eşkera bî

ad

Li Stenbolê sûr hilweşiya

ad

Gûzeka Zêrîn li benda fîlman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname