MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca piştgiriya ji bo Kobanî ciwanên kurd wê meşeke dirêj a ku du rojan bidome li dar bixin. Meş dê bi diruşma "Kobanî hêviya gelan e, Kobanî nakave” li dar bikeve.
Meşa Meclisa Ciwanên Azad a Marsîlyayê roja 18’ê vê mehê wê saet 08.00’an li Marîgnane dest pê bike û 19’ê mehê li Marsîlya wê bi dawî bibe. Tê gotin ku wê nêzî 200 ciwan beşdarî meşê bibin.
Di tevahiya meşê de wê li bajarokan belavok bên belavkirin û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de wê agahî bên dayîn. Meşa ciwanan roja yekşemê wê li Bendara Vîeuxa Port a Marsîlyayê bi dawî bibe.


