Xelîl Dalkiliç
Pîrozbahiyên yekemîn salvegera serkeftina Kobanê (26’ê Çileyê) di bin siya pêşketinên li Bakur û hevdîtinin li Cenêvê yên ji bo krîza li Sûriyê de ma. Par li hemberî hovîtiya hevdem DAÎŞ’ê li Kobanê Kurdan bi berxwedaneke bêhempa destanek nivîsandibû û bajar hatibû rizgarkirin.
Salek piştî serkeftina Kobanê, îro li bakurê Kurdistanê, li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk dîsa berxwedaneke Kurdan a bi heman rengî li dar e. Ji havîna çûyî vir ve hinek bajar û navçeyên Bakur di bin bombebarana tank û topên arteşa Tirk de bûne wek Kobanê ya sala çûyî. Dewleta Tirk bi feraseta DAÎŞ’ê îro jiyanê ji Kurdan re dike jehr; zar û zêçan dikuje, navçeyên ku sed hezaran însan lê hene dike kavil û xirbe...
Li hinda van pêşketinan, di rojên dawî de civînên li Cenêv a Swîsreyê yên ji bo çareseriya krîza Sûriyê bû rojeva sereke ya dîplomasiya navneteweyî. Ji ber ku destê her aktorên serdest û herêmî di nava şerê li Sûriyê de ye; civîn hê beriya pêkhatinê vala derket.
Kurd ên ku wek hêza sereke ya li dijî DAÎŞ’ê nirxên mirovahiyê diparêzin û DAÎŞ’ê têk dibin, bi lîstikên qilêr ên dîplomasiya hêzên ku piştgiriyê didin DAÎŞ’ê yên wek Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Qatarê ve tê xwestin ku li derveyî civînê bê hiştin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya jî ji ber ku tenê ketine dûv berjewendiyên xwe û trajediya mirovî ya li herêmê ne xema wan e, li hemberî vê yekê bêdeng in.
Yanî hêzên ku xwedî projeyeke çareseriyê nînin û tenê bi destê DAÎŞ, Nûsra û komên din ên selefîst ve şer û trajediya însanî kûrtir dikin, ji bo civînan hatin vexwendin, lê tekane hêza xwedî perspektîf û pratîka çareseriya demokratîk û însanî, Kurd li derveyî civînan tê hiştin…
Nayê xwestin ku Kurdên ku li herêmeke (Rojava) qasî axa Libnanê kontrol dikin û li ser jiyaneke wekhev, adilane, azad û demokratîk bi rêxistinî dikin, tevlî hevdîtinên paşeroja Sûriyê nebin.
Wekî ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş anî zimên; “dixwazin qeyxaneyeke bê hêk çêkin…“
Diyare; ku niyet û daxwaza van hêzan aştî û aramiya herêmê nîne. Ev aktoran gişt sedemê şer û trajediya mirovî ya li herêmê ne û ji feraseta wan ti çareseriyeke mirovî û aramî dernakeve.
Wekî ku Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik dibêje; “tekane hêza cidî û ya ku deriyê çareseriyê veke, li derveyî hevdîtinan tê hiştin. Bi vê lîstikê ve yê ku wenda kirî ne Kurd in, berovajî ew hêzên bêbesîret û bêcidî bi xwe ne…“
Li korîdorên dîplomasiya qilêr a navdewletî kîjan lîstikên bêxêr bêne lîstin jî Kurd êdî firsendê nadin destê ti kesî ku peymana Sykes-Pîcotê (1916) an jî ya Lozanê (1923) careke din pêk bê û bêstatûbûn bibe wek qederekê…
Bêyî Kurdan li Sûriyê ti çareserî pêk nayê. Bi jidervehiştina Kurdan ve hevdîtinên Cenêvê wateya xwe wenda kir, lê Kurd dê rêya xwe bimeşin û têkoşîna xwe bidin…
Vîna Kurdan a serbixwe ji hêla aktorên serdest ên herêmî û navdewletî ve hê neyê qebûlkirin û jinedîtinê ve bê jî, pêşketinên îroyîn bi aşkereyî radixe ber çavan ku bêyî vîna wan ne aştî, ne aramî û ne jî pergalek û ahengeke siyasî ya nû dê li herêmê bê pêkanîn…
Tevgera Kurd hêza xwe ji lîstîkên qilêr ên dîplomasiya serdestan nagire. Hêza xwe ji gel, ji nirxên cewherî, ji rêxistinîbûna xwe û ji têkoşîna xwe digire û ji ber vê têkoşînê ye ku xelk û alem îro bahsa wan dike…
Çarenûsa Rojava û Sûriyê dê bi têkoşîna li qadê aşkere bibe. Erê, li Cenêvê bi kujer û selefîstên hov “qeyxaneyeke bê hêk tê çêkirin.“
Lê Kurd dê li qadê bi dostên xwe, destarê jiyana xweser digerînin û pê nirxên aştî, wekhevî, azadî û aramiyê dihêrînin…
x.dalkilic@gmail.com
30.01.2016, Yeni Ozgur Politika