BARAN GERMIYAN
Hunermendê kurd ê Germiyanê Şukir Xeyat xwediyê qirikek zêrîn bû. Piştî Elî Merdan, li herêma Germiyanê bi xwe pêşengtî ji meqama kurdî re kir. 83 salan jiyan kir û piraniya temenê xwe ji bo çand û hunera kurdî xizmetê kir. Li pey xwe bi sedan awaz û senfonî hêlaye.
Şukir Mihemed Qadir bi nasnav Şukir Xeyat, di sala 1940’an de li gundê Qelxanlû ya ser bi bajarokê Xurmatû ya li îdareya Germiyanê jidayîkbûye. Di temenek biçûk de dema pîşeyê gulaşê re mijûl dibe de, hunera wî xwe dide der. Bi tena serê xwe dest bi meqam dike û piştre dibe yek ji stêrkên herî geş ên ên meqamê di hunera Kurdî de.
Şukir Xeyat bi guhdarkirina hunermendên wekî Elî Merdan û Seîd Elî Esxer Kurdistanî, hîn zêdetir şêwazê meqamê têdigihe. Ji gundê xwe li hespê xwe siwar dibe û awaza wî digihe guhê her kurdekê. Zêdetirî nîv sedsalekê xizmeta hunera kurdî kiriye.
Çiraya wî her geş dimîne
Şukir Xeyat dema 13 salî bû, çend caran Mamosta Elî Merdan serdana gundê wan dike, cara yekem bi gotina strana ‘Giyanê min ê delal’ deng û qirika wî ya taybet dibihîse û dîrek jê re dibêje: “Dengê vî zarokî gelek xweş e.” Piştre bû rêberê wî û jê xwest ku ligel wî di radyoya kurdî ya Bexdayê de perwerdeya meqam bibîne. Ji ber temenê xwe yê biçûk vê derfetê ji dest dide. Lê ev yek çira wî navemirîne, her wiha gelek caran dubare tên beramberî hev.
Nasnavê Xeyat digire
Ji ber hejarî û bê derfetiyê, ji bo peydakirina debara jiyana xwe di sala 1957’an de dibe terzî (xeyat) û ev dibe nasnavê wî.
Hunermend Şukir Xeyat, 44 meqamên cuda dizanî bêje û bi taybet meqamên Germiyanê ‘Elaweysî, Qetaruxawker, Awî Awî, Sêga dizanî bistire. Zêdetirî 100 berhemên hunerî heye ku berhemên herî bi nav û deng ên Şukir Xeyat Yar Ezîz, Sewze Sewze, Şede Şil in.
Bi sedan berhem li pey xwe hêla
Li gel hunermendên herêmê Hisen Elî 22 salan û li gel Selah Dawide zêdetirî 40 salan bi hev re meqam gotine.
Piştî gelek salên têkoşîna li dijî nexweşiya penceşêrê, di şeva 18’ê Tebaxa/Gelawêja îsal de, di temenê 83 saliya xwe de diçe ber dilovaniya yezdan. Li ser daxwaza wî, li Goristana Rehîmawe ya li bajarê Kerkûkê spartin axê. Lê deng, awaz, huner û meqamê wî dê her zindî bimîne û wekî bingeha hunera kurdî dê her were dîtin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin