Nûçe-analîz / Diyarname
Tirkiye ji bo cihek ji xwe dûr xweseriyê dixwaze û navbeynkarî dike, lê ji bo hemwelatiyên xwe vê yekê wekî "cudakarî", "parçekirina welat" bi nav dike.
Filîpîn 9 hezar kîlometre dûrî Tirkiyeyê ye. Li herêmên wekî Bangsamoro, Mindanao, Sulu Archipelago, Palawan, Basilan ên Fîlîpînê "Eniya Rizgariya Îslamê Moro" li hemberî dewleta Fîlîpînê ÅŸer dike. Tevger di sala 1981'ê de ava bûye. Avakarê tevgerê Selamet HaÅŸim, rêber Mûrad Îbrahîm e. Armanca rêxistinê avakirina dewleta Moro bû û ji bo vê yekê ÅŸer kir. Niha, yanê piÅŸtî 15 salên muzakereyan rêxistinê mafê xweserî bi dest xist. Peymana bingehîn a li ser vê yekê dê îsal bê îmzekirin. Ji bo ev encama piÅŸtî nêzî 40 salên ÅŸer derkeve holê kî pêÅŸengî kir? Belê, Tirkiyeyê.
15 sal berê muzakereyan dest pê kiribû, di sala 2012'yan de Japonya, Erebistana Siûdî, Malezya, Îngilistan û Tirkiye wezî çavdêrên sêyemîn peyman îmze kiribûn, lê heta wê demê çek nehatibûn rawestin, maseya muzakereyên nehatibû xirakirin. PiÅŸtî îmzekirina Peymana AÅŸtiyê di pûÅŸpera 2015'an de 145 gerîlayan bi awayekî sembolîk li ber çavên çavdêrên Neteweyên Yekbûyî de çekên xwe teslîm kiribûn. Yek ji serekên heyeta ku çek girtin ji dîplomatê tirk Haydar Berk bû.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dema Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bû ji bo pevçûnên bi xwînî yên li Fîlîpînê bisekinin navbeynkarî kiribû û wisa gotibû: "Dema ev peyman saz bibe pirsgirêkek ku bi esran e didome hem dê çareresr bibe hem jî dê Misilmanên Mindanao di çarçoveya zagona bingehîn de bibin xwedî xwebirêvebirinê. Ev hemû tiÅŸtên xweÅŸ in, gavên tije aÅŸtî ne."
Ji bo Zagona Bingehîn Bangsamoro li meclisê bê qebûlkirin gavek dawî ma. Bi vê zagonê dê Moro bigihîje xweseriya xwe. PiÅŸtî zagon li meclisê bê qebûlkirin di hilbijartina serokdewletiya 2016'an de dê gerîlayên Moro bêçek beÅŸdarî hilbijartinê bibin.
Di pûÅŸpera 2015'an de ligel mebûsên AKP û HDP, komek jî ji "akil însan"an li ser vexwendina Enstîtuya PêÅŸketina Demokratîk ku di warê çareseriya pevçûnan de bûye pispor çûbûn Fîlîpînê û li ser muzakereyên Moro lêkolîn kiribûn.
Niha em çima van dibêjin? Tirkiyeya ku ji bo çareseriya di navbera Moro û Dewleta Fîlîpînê de ku 9 hezar kîlometre ji Enqereyê dûr e dibe navbeynkar, ji bo çareserî hemû hewldanan pêk tîne lê li Sûrê ku 900 kîlometre dûrî Enqereyê ye nakeve nava tu hewldanên çareseriyê û bi ser de jî hêzek mezin a leÅŸker û polîsan diÅŸîne.
Enqereya ku ji bo Moroyê xweseriyê dixwaze û Moroyê digihîne xweseriyê, ji bo we derê nabeje "xweserî dibe sedema parçebûna welat", "xweserî cudaxwazî ye, parçekerina welat e" lê li vê derê dema kurd û tevgera kurd vê dixwazin wan bi îxanetê, bi cudaxwazî, bi parçekirina welat sûcdar dike û bi hemû hêza xwe bi ser wan de diçe. We got çi? Di navbera 9 hezar kîlometre û 9 sed kîlometreyî de çend kîlometre hene? Û pirsa din, Moroyî misilman in, qey kurdên Cizîrê ne misilman in, Moroyî evdên xwedê ne qey kurd ne evdên xwedê ne?
Yan jî, hema dev ji pirsan berdin...