NAVENDA NÛÇEYAN
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ku di destpêka sala 2013'yan de ji bo rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin de, di nava 10 mehan de 23 ambûlans, 4 ton derman, 140 ton şîrê zarokan, 300 çadir û mîlyonek Euro ji bo herêmên Efrîn û Kobanê şandin.
Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Almanyayê ye, di destpêka sala 2013'an de ji bo herêmên Efrên û Kobanê ku rastî êrîşên komên çete tên, kampanyaya alîkariyê dabû dest pê kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, li seranserê Almanya û gelek welatên Ewropayê xebat hatin birêvebirin. Di encama van xebatan de, ji bo malbatên ku ji ber êrîşên komên çete û hêzên rêjîmê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê koçî Efrînê kirine, 300 çadirên malbatî yên taybet hatin şandin.
Ji ber ku li Rojava yek ji pirsgirêkên bingehîn tunebûna şîrê zarokan bû, Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya kampanyayê de 140 ton şîr ku buhayê wê 100 hezar Euro ye şand herêma Kobanê.
Her wiha di çarçoveya kampanyayê de 23 ambûlans, bêtirî 4 ton derman, alavên nexweşxaneyan û mîlyonek Euro wekî alîkarî şandin herêmên Efrîn û Kobanê.


