Diyarname
Blackpink komeke muzîkê ye û gelek navdar e. Koma K-papê ya ji Koreya Başûr niha dibe mijara belgefîlmekî. Belgefîlm 4'ê meha pêşiya me dê bê belavkirin.
Bi navê "Blackpink the Movie" li ser wan belgefîlmekî tê sazkirin. Derhêneriya belgefîlmî Jung Su Yee, OH Yoon-Dong kirine û li gor planê 4'ê gelawêjê dê li Koreya Başûr bikeve vîzyonê.
Koma jinan Blackpink ji Jisoo, Jennie, Lisa û Rose pêk tê. Di 8'ê gelawêja 2016'an de wan albumeke biçûk bi navê "Square One" derxistibûn. Di vê albumê de du stranên bi navê "Boombayah" û "Whistle" hebûn. Ew bi vê albumê derketin ser dika muzîkê û pêre li dinyayê navdar bûn.