Amadekar Mîrza RONÎ
Nûçeyeke li ser koçberan îro di çapemeniya cîhanê de deng veda. Bi keştiyeke masîgiran nêzî 700 koçberî berê xwe dabûn Ewoupa û keştî ji sedema bergirgiranê noqî avê bû.
Qeştî li başûr rojavayê Yewnanîstanê li cihê herî kur yê deryaspî noq bûye.
Keştiya ku zelal nayê zanîn bê ka çiqas koçber bar kiriye, heta niha tenê 104 kes jêhatine rizgar kirin.
Li gorî ku ji dîmenên keşetiyê jî diyar dibe hêjmareke zêde li ser keşetiyê xweşiya dike û tê payîn di hundirê keşetiyê de jî gelek jin û zarok hene.
Keştiya masîgiran a bi 30 metroyê dirêj ji bajarê Tobruk ê Lîbyayê berbi Italia ve diçû. Di keşetiyê de koçberin ji welatên Surî, Misir, Pakîstan û Afkanîstanê hene.
Gav bi gav trajediya koçberan wiha qewimiye:
# Roja 13 mehê saet derdora nîvro kesekî ji saziyên civakî bi telefonê rayedarên Italia agahdar dike ku keştiyeke koçberan li ser deryaspî li başur rojavayê girava Mora’yê ye.
# Saet 13:30 erkdarên Yewnanî ji gireva Mîdîllî firokeyekî dişîne cihê keşetiyê. Piştî du saetan keştî tê dîtin û pîlotê firokeyê dibîne ku barê keşetiyê girane. Pîlot radigihîne ku keştî bi rotayek diyarkirî diçe.
# Derdora saet 18:00 firokeyek din dişînin û dîsa tê dîtin ku keştî bi heman rotaya xwe bi lez diçe.
# saet 18:30 peywendidarên Italia bi rêya telefona satalaytî bi keştiyê re têkiliyê deynin û kesek bi Îngilîzî ji rayedaran re dibêje; rewşa me baş bes av û xwarina me nemaye. Piştî vê agahiyê rayedar bi keştiyekê nav û avê ji wan re dişîne.
# Saet 21:00 germiyeke di ji hêla Yewnan ve dişînin.
Wezareta deryayî ya Yewnenîstan radigihîne ku keştiyê çi alîkarî qebûl nekiriye û xwestine derbasî Italiayê bibin.
# Roja din 14 mehê, saet 13:40 keştiya penaberan ji navenda çalekgeriya Yewnan re dibêjin; matora keştiyan wan xira bûye û êdî nikarin biçin.
# Saet 14:05 careke din captanê keşetiyê radigihîne ku keştî bi alîkiyekî de qelibiye û tevgerek zêde heye.
# Saet 14:30 keştiya koçberan noqî dibe û rayedarên Yewnanî tevgera bo rizgarkirinê didin destpêkirin.
Bi firokeyan birîndaran radikin nexweşxaneyên bajarên; Trablus, Kalamata, Sparta û bajarên din.
Ev nûçeya li ser trajediya koçberan ne cara yekemîn e, heke Ewropa û welatên têkildar bi çavên nedîtî li êşa koçber û penaberan binêrin dê hêj gelek trajediyên din li ber çavê mirovahiyê bi qewimin.
(Çavkanî: Rojnameya 20 minuten a Siwîsrî)