NAVENDA NÛÇEYAN
Heyetek ji Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, di çarçoveya lêgerînên çareseriya krîza civakî, siyasî, leşkerî û aborî ya li Sûriyeyê de ligel Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas axivî.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Koordînatorê Giştî yê Koordînasyonê Hesen Ebdulezîm serokatiya heyetê dikirin. Ligel van, endamên Buriya Rêveber a Desteyê Hesen Ebdulezîm, Munîr Bîtar û Mihemed Hicazî di nav heyetê de hebûn. Heyet duh êvarê bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re civiya. Ji aliyê Filistînê jî ji bilî Abbas Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarî ya Filistînê Saib Irêqat, Wezîrê Karên Derve yê Fililstînê Riyad El-Malikî, Balyozgerê Filistînê yê Misrê Cemal El-Şobekî û Serokê Navenda Siyasî ya Tevgera Filistînî yê paytexta Sûriyê Şamê Enwer Ebdul Hedî amade bûn.
Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa li Sûriyê û aloziya heyî li peytexta Misir Qahîreyê pêk hat. Di civînê de li ser aloziya li Sûriyeyê, agirbesta navbera hemû aliyan, kuştina sivîlan û wêranî, parastina Sûriyeya yekbûyî, pêşveçûna di daxwazên gelê Sûriyê de û pêkanîna azadî, edalet û wekheviya civakî ya Sûriyeyê ku hemû beşên civakê wekhev cihê xwe tê de bigirin hat nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de her du aliyan keda ji bo çareserkirina siyasî ya aloziya li Sûriyeyê erênî nirxandin.