Diyarname
Roja ku yek an hin HDP'yî neyên binçavkirin an neyên girtin tune ye. Îro çi bû? Îro rewş wisa bû:
HEVŞAREDAR HATIN GIRTIN
Hevşaredarên Panosa Agirî Muşerref Geçer û Emrah Kilinç ku sê roj berê hatibûn binçavkirin îro hatin tewqîfkirin. Ew bi îdîya "di îhaleyê de karên ne li rê hatiye kirin" ew hatin girtin. Lê Mebûsê Yeşîl Sol Partî ê Agirî Heval Bozdag li ber şaredariyê got ku meseleya girtina hevşaredaran meseleyeke siyasî ye û hikumet dixwaze kayûmê bişîne ser şaredariyê.
ERBAŞ HAT BINÇAVKIRIN
Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş îro hat binçavkirin. Hat gotin ku 12 sal cezayê ku li Erbaş hatiye birîn hatiye erêkirin loma jî piştî îfadeyê Erbaş dê wî bişînin girtîgehê.
Di berfanbara 2022'yan de 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran bi îdîaya "emdamtiya rêxistinê" 12 sal ceza li Erbaş birîbû. Dadgehê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" jî saet, 21 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîbû.
Erbaş piştî 22 mehên girtîmayînê di sala 2018'an de hatibû berdan.
Dogan Erbaş 13'yê mehê tewqîf kirin û şandin Girtîgeha Sincana Enqereyê. (Not: Ev not piştî girtina Erbaş li nûçeyê hatiye zêdekirin).
***
Nûçeya Eleqedar:
- Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin


