Diyarname
Li ser pirsekê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn got ku li Tirkiyeyê hê jî li ser 22 hezar û 601 pirtûkan qedexe didome.
Mebûsê Meletî yê CHP'ê Veli Agbaba ji bo Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin bibersivîne pirsa qedexe û komkirina pirtûk, CD û albuman kir.
Ergin ragihand ku haya wan ji vê nîn e û berê pirsê da Wezareta Karên Hundir. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn bi nivîskî bersiva pirsê da û got ku ji sala 1952'yan ve heta niha hejmara pirtûkên ku dadgehên cur bi cur der barê wan de biryara qedexeyê daye 22 hezar û 601 e.