Konsera 'Newaya Çarçira' li dar dikeve
Diyarname
Di 2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kurdî ku ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê organîzekirin de konsera "Newaya Çarçira" dê balê bikiþîne.
Navenda Çanda Mezopotamyaya (NÇM) Stenbolê îsal 2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar dixe. Festîval wê roja 7'ê gulanê bi konserek taybet dest pê bike: "Newayên Çarçira". Di festîvala ku gelek konser, lîstikên þanoyê û nîþandayîna fîlm/belgefîlman lê heye de Newayên Çarçi dê balê bikiþîne ser xwe.
"Newayên Çarçira" projeyek taybet e rêwîtiya muzîkê ya ji dîroka kurdan derdixe ser dikê, bi formên muzîkê pêþkêþ dike. Ev xebata ku serhildan, têkoþîn û þerên di dîrokê de pêk hatine dike mijara xwe, pêre jî mijarên eþq, jiyana xebatê û tiþtên din ên rojane ku parçeyek ji vê têkoþîna dîrokî ye di nava xwe de dihebîne. Di vê projeyê de stranên ji zaravên kurdî bi deng û awaza hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê derkeve ser dikê. Hunermendê wekî Ciwan Adar, Çiya Þenses, Ferit Elalmiþ, Genim, Hîvda Gokel, Meral Tekçî, Nurcan Degirmencî, Nurhak Kilagoz, Rojda, Ruken Yilmaz, Serhak Kaplan, Serhat Kural, Weysî Ermîþ û Zelal Gokçe di nav projeyê de cih digirin.
Konser dê êvara 7'ê mehê saet 20'an de li Kenter Tiyatrosu ya li Harbiyeya Stenbolê li dar bikeve.
**
Nûçeya eleqedar:
- Yelda Abbasî û Tehsîn Xidir konsera xwe pêþkeþ dikin
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.