Diyarname
“Tabloya Lotusan”* ji hêla wênesazê frensî Monet ve hatiye çêkirin. Li gorî lêkolîneke li ser tabloyê kifş bûye ku dîtina tabloyê li ser giyanê mirov encamên erênî pêş dixe.
Di lêkolîna ku li Avûstûryayê hatiye kirin de derketibû holê ku dîtina tabloya "Lotusan"* ya wênesazê Fransî Claude Monet ji bo derûniya mirovan baş e. Ev tabloya Monet di mezadeke ku di sala 2018'an de li New Yorkê hat lidarxistin de bi 84.6 mîlyon dolarî hat firotin.
Di lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Viyanayê ve hat kirin de, tabloya Monet a bi navê "Lotusan" ya ku li Îngilîstanê bi rêya telefonên smart û komputeran şanî komeke ji 240 kesî kirin.
Di lêkolînê de, beşdaran anketek der barê rewşa xwe ya berî û piştî ku tablo dîtin de nivîsîn. Li gorî vê yekê, kifş bûye ku tabloya navborî ji bo demeke kurt, wekî 2 deqeyan dîtina wê ya li ser înternetê jî derûniya giyanê mirovan aramtir dike.
Encamên vê lêkolînê di kovara "Computers in Human Behavior" de hatin weşandin.
Wênesazê Fransî Claude Monet di 43 saliya xwe de li bajarê Giverny bi cih bû, piştî 7 salan wekî kirêdar di xaniyekî de ma; dema aboriya wî baş bû xanî kirî û baxçeyê xanî li gorî xewna bi hunera xwe saz kir.
Wêneyên Monet wekî berhemên herî navdar ên tevgera "Impressionism" têne zanîn.
*Lotûs, di kurdî de wekî 'Nîlûfer" an jî "Hengkuj" tê zanîn.