Dizgun Deniz
Îsal saleke mîna xewn bû digel hemû rewşên xirab û bûyerên ku li ser rih û bedenên me riya birînên kûr vedane jî salake bextiyardêr e.
Festivalal Çand û Hunerê ya Amedê îsal navê xwe ji serkaniya rewşenbîriya kurd Mele Ehmedê Xanî wergirt. Pêşî divê mirov ji bo neqandina vê mîsyona biwate di şexsiyeta Şaredarê Amedê Birêz Osman Baydemîr de hemû komîsyona çand û hunerê ya şaredariyê û kedkarên vê pêvajoyê de pîroz bike.
Ev biryar gelekî rast û di cihê xwe de hatiye girtin. Yekemîn Festivala Amedê ye ku rast e rast gihîştiye reng û hestên neteweyî.
Sedemên van gotinan heye bêguman. Lewre gelek kes aciz bibin ku qey ên salê borî ne mîna vê bûn? Li gorî nêrîna min di wan de jî rengên neteweyî hebûn lê kêm bûn. Ji ber ku her tim ji hunermendên tirk dihatin û bi eleqeyek mezin dihatin pêşwazî kirin.
Lê gelê me dît ku bi vexwendina wan tu bandor li ser dilkeviriya tirkan nake! Di ser de jî ew dikevin wê baweriyê ku kurd bê hunermendên têr û tijî ne loma her tim mihtacê hunermendên tirk in!!!
Îsal, ev fikir hate ruxandin. Kurdan dan îsbat kirin ku ew ji hewl û tevgera însanê xwe kêfê bêhtir distînin. Ji hunermendên tirk tijîtir û kêrhatîtir hunermendên xwe jî hene .
Di rastiya xwe de vexwendina hunermendên tirk, ereb û fars mildayîna asîmîlasyonê ye. Ji ber ku kurd bi van zimanan bi plan û armanc tên asîmîle kirin.
Wekî stratejî heya ku ev dewlet an jî civakên xwedî van zimanan dev ji tunekirina zimanê me bernedane divê muhteva van muzîk û berheman li ber çavan neyê girtin neyên pêşberî civaka kurd.
Ev rêbaza herî sereke ya parastina çanda kurd e. Mesela tu talûkeya huner û berhemên elenîk, rûs, alman, îngilîz, fransiz û hwd tune ji bo ziman û çanda kurd. Bela aksê vê sûd jê were hilbirîn.
***
Eger em vegerin ser mijarê, Festîvala Amedê ya 2008’an bu îsbata bandora biryara hêza têkoşîna kurdan ku bi taybetî girîngiya zimanê kurdî ji bo pêşeroja kurd.
Ev helwesta pîroz di şîroveyên Roj TV de jî hatibûn xurt kirin. Bi vê armanc û hewldanên gelek hêja îsal ji bo zimanê kurdî, taybetî jî li bakurê Kurdistanê toveke nû hate çandin.
Sempozyuma ji bo Ehmedê Xanî jî bû tacê zêrîn li ser şopa festîvalê. Ji ber ku tesbîtên gelekî girîng hatin kirin.
Ev tesbît û danasînên giranbuha di serî de bandorê dê bigijîne ciwanên kurd da xwe hêsantir ji vê dîroka reş jî rizgar bikin.
Ji hêla din ve kurdên xwende ku bi bîr û baweriya dagirkerên welatê xwe radibin û rûdinin bizanibin ku rûreşiyeke mezin e ev kiryarên xwe. Herin cem Ehmedê Xanî dibe ku bi dîtin û nasîna mezinahiya Ehmedê Xanî vegerin ser esl û çanda xwe ya qedîm.
Aliyekî din heye ku ya herî girîng jî ev e; divê kurd hêz û zîrekiya xwe arasteyê binemaliya çanda xwe bikin. Bi vê armancê zana û berhemên krîtîk yên mêjiyê kurdî ji bin axa kûjêr a dagirkeran derxinin.
Îsal wekî sala Ehmedê Xanî ye ku her welatparêz, xwende û hunermendê kurd divê li ser Ehmedê Xanî, li ser berhemên wî, ji bo fam kirina hizr û ramanên wî, jiyan û metodên wî, perwerde, şop û şagirdên wî de tiştina zelal an jî lê bike.
Ehmedê Xanî bi kiryarên xwe, hem xwedî li xwe û hem jî li me derketî ye.
Li hêla din jî ku wî bi eşkere armanc û xeyalên xwe bi kurdî nenivîsiya, îro dê li ser nasnameya me şopa kurdî gelek gelek qels, heta bêkêr bimana.
Bi gotina dawî vê nivîsê dikanim gotinên dilê xwe wiha rêz bikim ku tirîja mêjiyê Xanî bi toz û mija nigên gûran hatibû asteng kirin. Têkoşîna dijî gurên har bihêztir ku dibe, Xanî derfet dibîne ku tirîjên xwe di ser me de bireşîn e.
Wê çaxê guran bicehimînin! Ronî wê zêdetir û zelaltir be. Bi fikaran nekevin Agirî ji hemû deverên Kurdistanê bilindtir e. Xanî jî pala xwe daye wir.