Diyarname
Îro li Amedê çalakiya îmzekirina pirtûka Selahattin Demîrtaş "Seher" hebû. Di çalakiyê de herî zêde Seher a wergera kurdî hat îmzekirin.
Li Amedê Morpheus Kitap Evi û Bezgin Bekir Kulturê bi hev re çalakiya îmzekirina pirtûka Selahattin Demirtaş "Seher" a bi tirkî û kurdî li dar xist. Çalakî li Bezgin Bekir Kultur ku li ser Kolana Mahabadê (Kolana 75'an) ye li dar ket. Mebûsê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Rêdûr Dîjle ku "Seher" wergerandiye kurdî, nivîskar Rênas Jiyan, Sîdar Jîr, Hîcrî Îzgoren, Ozgur Amed û Yuksel Genç amade bûn. Onder ji bo axaftinê, nivîskarên din jî ji bo îmzekirina pirtûk li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de herî zêde Seher a bi kurdî eleqe dît û hat îmzekirin.
Seher ku pêşî bi tirkî derketibû bi ser 200 hezar hebî de hatibû firotin. Kurdiya wê jî ji aliyê Weşananên Aramê ve hat derxistin.
Onder pêşî peyama Demîrtaş xwend: "Ez sipasiya hemû nivîskar û dostên wêjeyê, kesên beşdar û hemû kesên keda wan ketine wir dikim û silavên xwe dişînim. Xwezî min karibiya pirtûk bi zimanê xwe yê zikmakî biweşanda, min bi kurdî binivîsanda. Ji bo vê yekê divê ez zêdetir hewl bidim xwe. Lê dîsa jî ji ber wergera wî ya xweş ez ji bo Rêdûr Dîjle sipasiya xwe dişînim. Ez sipasiya xwe ji bo Weşanxaneya Min Aramê, Morpheus Kitap Evi, Bezgin Bekir Kultur ku ev çalakî li dar xistine û zarokên ku dê dahatûya ji vê pirtûkê ji wan re dê biçe dikim. Rojek emê bi hev re rojên îmzeyê li dar bixin, heta wê demê ez gelek silav û hurmetên xwe dişînim."
Piştî xwendina peyamê Onder axivî û got: "Ligel hêja Serok Selahattin me berxwedan û têkoşîn parve kiribû. ME piranî jî jiyan, çand, muzîk û wêje ligel hev parve kir.Bi hev re li şaneşînê me li rojhilatê temaşe kir û çay vexwar. Di pêşerojek gelek nêz de bi vê coş û bibiryardarî emê bi govendan pêşwazî li Serok Demîrtaş û hemû girtiyan bikin. Piştgirî li hemberî faşîçmê çeka herî bi bandor e ku li hemberî faşîzmê hatiye îcatkirin."
Ji MA'yê hatiye girtin
***
- Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der