Stenbol
Li Swêdê 5 mebûsên Partiya Çep û 2 mebûsên Partiya Keskan nivîskar û weşanger Ragip Zarokul wekî berendamê Xelata Nobelê nîşan dan. Mebûsan diyar kir ku Zarakolu di qada navneteweyî de tê nasîn, ew sembola çapemenî û azadiya ramanê, parêzvanê mafên mirovan e.
Zarakolu ev 3 meh in di encama "Operasyonên KCK'ê" de girtî ye.
Komîteya Nobelê serîlêdanan digire lê diyar nake ku serîlêdan qebûl kiriye yan na.
Xelata Nobelê ya Aştiyê di sala 2010'an de ji Çînê dabûn Liu Şiaobo ku di warê mafên mirovan de xebatê dike û di girtîgehê de ye.