Diyarname
Hejmara nû ya Tîrojê derket. Kovarê di vê hejmara xwe de dosyaya xwe li ser "CHP û Kurd"an amade kiriye.
Kovara Tîrojê hejmara xwe ya 45'an a tîrmeh û gelawêjê dêrxist. Kovarê wekî her hejmarê di vê hejmara xwe de jî dosyayeke amade kiriye. Dosyaya xwe li ser CHP û Kurdan amade kiriye. Di dosyayê de li ser 'guherîna' CHP'ê, nêzîkbûna wê ya li kurdan hatile sekinîn û mesele girtine dest. Di dosyayê de Tarik Ziya Ekinci, Faik Bulut, Doç.Dr.Mesut Yegen, Ahmet Yaşaroglu dîtinên xwe anine ziman.
Li gor Yegen ev CHP ji bo kurdan nikare bibe hêvî. Ekici jî dibeje ku neazîkbûna CHP'ê ya li hemberî kurdan tu demê ne demokratîk bûye. Nivîskar Bulut jî dibêje CHP bi projeyên xwe yên 'apolîtîk' ji bo kurdan nabe melhem.
Di kovarê de gelek nivîs, hevpeyvîn û helbest hatine weşandin. Yek ji wan li ser Culemêrgê ye. Çendekî berê li ser Culemêrge li Stenbolê pêşangeheke hatibû vekirin. Ozcan Yaman li ser ve niviseke amade kiriye.
Kovarê vê hejmarê de du jê kurdî, yek bi tirkî sê hevpeyvîn weşandine. yek ji wan İsmail Dindar bi lêkolînvan Prof.Dr.Celîlê Celîl re kiriye. Celîl li ser hînnebûna zaravayên kurdî disekine û dipirse: "Çima em zimanên din hîn dibin, em zaravayên xwe hîn nabin?"
Cemil Oguz jî bi belgefîlmkar Ozkan Kuçuk re li ser belgefîmê wî "Seyîd" û sînemaya kurd hevpeyvîneke kiriye. Kuçuk qala xebatên bi kurdî ya sînemaya kurd dike û dibêje: "Ji sînemaya kurd wê tiştên baş derkevin."
Hevpeyvîna din jî Sevda Karaca bi belgefîlmkar Elif Ergezen re kiriye û li ser belgefîlma wê "Şairin olumu" axiviye.
Fehim Işik bi navê "Feqiyê Teyran û zanistî" nivîseke nivîsandiye, Sami Tan ji Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya ku li Amedê li dar ket notên girîng pêşkêş kirine.
Adar Jiyan jî li ser pirsgirêka YİİBO'yan nivîseke nivîsandiye û mesele bi berfirehî raxistiye ber çavan.
Her wiha Bariş Avşar, Tonguç Ok, Sezai Sarioglu, Huseyin Deniz, Bawer Ruken, Şeyhmus Diken, Ali Gurdîlî, Vrtanes Papazyan, Cuma Boynukara, Gulşen Odabaşi, Ali Riza Kilinc, Ahmet Akuzum bi nivîsên xwe, Kenanê Nado, Mario Beneditti, Atilla Barişer, Çetin Lodî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


