Diyarname
Piştî ku li raya giştî eşkere bû ku di navbera salên 2016-2020'an de 13 jin li Fîlmmorê rastî mobbing, cudakirin û şîdetê hatine Fîlmmorê biryar da ku saziya xwe bi temamî bigirin.
Fîlmmor wekî saziyeke jinan ev dor 20 salan bû kar dikir. Fîlmmorê her sal festîvala jinan jî li dar dixist. Herî dawî par 19'emîn festîval ji ber pandemiyê online li dar xistibûn. Lê niha Fîlmmor hat girtin.
Çendek berê 13 jinan daxuyaniyeke bi hev re li ser tora civakî belav kirin û diyar kirin ku di navbera salên 2016-2020'an de li saziyê ew rastî mobbîng, cudakarî û şîdetê hatine. Wan di daxuyaniya xwe de gotibûn ku ew naxwazin herin ber deriyê dadgehan lê ev tiştê li hemberî wan hatiye kirin eşkere dikin. Hatibû îdîakirin ku Kordînatora Fîlmmorê Melek (Ozman) Elhan, Ulku Songul Ozman û Hulya Ugur Tanriover ev kirin li hemberî wan kirine û ew hatibûn sûcdarkirin.
Li ser vê Fîlmmorê bi sernavê xatirxwestinê daxuyaniyeke weşand û biryar da ku saziyê bi temamî bgirin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin; "Ji bo em nebin parçeyê vê nefretê me biryara girtina Fîlmmorê da. Emê hemû belgeyên malî û îdarî yên kooperatîfê zelal bikin û ligel vê emê serdema fermî ya şexsî di dadgehan de bidomînin. Me nedixwest wisa xatir ji rêhevalên xwe yê ku ev 19 sal in di vê rêwîtiyê de ne xatir bixwazin lê sazî, kes tên û diçin, hêvî her didome. Tenê bila başî, tenduristî, aramî çêbe."