Diyarname
HFPA (Yekîtiya Çapemeniya Biyan a Hollywoodê) her sal di warê sînema û televîzyonê de berhemên serketî xelat dike. Îsal 80’emîn car ev xelat hatin belavkirin.
Merasima xelatdayînê li Beverly Hilton Otel a li Los Angelesa DYA’yê li dar ket. Komedyen û lîstikvan Jerrod Carmichael pêşkêşvaniya şevê kir.
Berî vê HFPA bi cinsiyetparêzî, nijadperestî, bêisûlî û pevçûna berjewendiyan hatibûn rexnekirin. Piştî van nîqaşan boykot çêbûbû, îsal ji bilî hin kîteyan vegeriya rewşa normal. HFPA îsal, di dîroka xwe de yekem car lîsteya endamên çapemeniyê berfireh kir. Pircureyiya endaman zêde kir. HFPA’yê 103 rojnamegerên azad û endamên sektora şahiyê li endamên ku deng didin zêde kir
Di şevê de fîlmê Steven Spielberg “The Fabelmans” Xelata Fîlmê Serketî girt. Spielberg Xelata Derhênerê Herî Serketî jî girt. Di beşa Fîlmê Herî Serketî yê Bi Zimanê Biyanî de “Argentina, 1985” girt. “House of the Dragon” di beşa rêzefîlman e Rêzefîlmê Herî Serketî hat hilbijartin.
Va ne hemû xelatên hatin belavkirin:
BEŞA SÎNEMA:
- Fîmê Herî Serketî (Beşa muzîkal an komedî): The Banshees of Inisherin
- Fîlmê Herî Serketî (Beşa dramê): The Fabelmans / Derhêner Steven Spielberg
- Fîlmê Herî Serketî yê bi Zimanê Biyanî: Argentina, 1985 (Arjantîn) / Derhêner Santiago Mitre
- Anîmasyona Herî Serketî: Guillermo del Toro’s Pinocchio
- Senaryoya Herî Serketî: Martin McDonagh, The Banshees of Inisherin
- Derhêner Herî Serketî: Steven Spielberg (The Fabelmans)
- Strana Herî Serketî: Naatu Naatu, Kala Bhairava, M. M. Keeravani, Rahul Sipligunj (“RRR”)
- Muzîka Herî Taybet a Fîlmî: Justin Hurwitz, Babylon
- Lîstikvarê Herî Serketî (Beşa Dramê): Austin Butler (Bi rola di Elvis de)
- Lîstikvana Herî Serketî (Beşa Dramê): Cate Blanchett (Bi rola di Tar de)
- Lîstivkanê Herî Serketî (Beşa muzîkal an komedî): Colin Farrell, The Banshees of Inisherin
- Lîstikvana Herî Serketî (Beşa muzîkal an komedî): Michelle Yeoh, Everything Everywhere All at Once
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Ke Huy Quan, Everything Everywhere All at Once
- Lîstikvana Herî Serketî ya Duyemîn: Angela Bassett, Black Panther: Wakanda Forever
***
BEŞA TELEVÎZYONÊ:
- Rêzefîlmê Herî Serketî (Beşa Dramê): House of the Dragon
- Rêzefîlmê Herî Serketî (Beşa Komedi): Abbott Elementary
- Kurterêzefîlm an jî Fîlmê Televîzyonê: The White Lotus: Sicily
- Lîstikvanê Herî Serketî (Beşa Muzîkal an jî Komedî): Jeremy Allen White (Bi rola di The Bear de)
- Lîstikvana Herî Serketî (Beşa Muzîkal an jî Komedî): Quinta Brunson, Abbott Elementary
- Lîstikvanê Herî Serketî (Beşa Dramê): Kevin Costner (Bi rola di Yellowstone de)
- Lîstikvana Herî Serketî (Beşa Dramê): Zendaya, Euphoria
- Lîstikvanê Herî Serketî (Kurterêzefîlm, Rêzfîlmê Antoloji yan jî Fîlmê TV): Evan Peters, Monster: The Jeffrey Dahmer Story
- Lîstivkana Herî Serketî Kurterêzefîlm, Rêzfîlmê Antoloji yan jî Fîlmê TV): Amanda Seyfried, The Dropout
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî (Beşa Muzîkal-Komedî an jî Drama) Julia Garner (Bi rola di Ozark de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî (Beşa Muzîkal-Komedî an jî Drama): Tyler James Williams (Bi rola di Abbott Elementary de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî (Kurterêzefîlm, Rêzfîlmê Antoloji yan jî Fîlmê TV): Jennifer Coolidge, The White Lotus
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî (Kurterêzefîlm, Rêzfîlmê Antoloji yan jî Fîlmê TV): Paul Walter Hauser, Black Bird
Derhêner Steven Spielberg bi fîlmê xwe "The Fabelmans" xelata Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî girt.