logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Festîvala Stenbolê sê caran got: “Min dît”

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê fîlmê “Min Dît” xelata Derhêner, Lîstikvan û Muzîka herî serketî girt.

  • Dîrok: 17/04/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di merasimê de fîlmê “Min Dît” xelata Derhênerê Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî û Muzîka Herî Serketî sê xelat girt.

29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku 3’yê mehê dest pê kiribû 18’ê mehê bi dawî dibe. Ji bo dawîlêanîna festîvalê 17’ê mehê li Qesra Pêşangehê ya Kongreya Navneteweyî ya Lutfi Kirdarê merasima bi dawîbûn û xelatdayînê hate li dar xistin.

Di şeva ku lîstikvan Mehmet Ali Alabora pêşkêşvaniya wê kir de Kardeş Turkuler bi stranên xwe “Çeşmi Siyanim” û “Kerwan” reng da şevê.

Şev bi vîdeo klîba sînemagerên ku di festîvalan de di Sînemaya Emekê de derketibûn ser dikê hat nîşandayîn. Li ser dikê jî “Em destûrê xirakirina Sînemaya Emekê nadin” hatibû nivîsandin, di nav temaşevanen de komek tameşevanî jî xirakirana Sînemaya Emekê şermezar kir.

Pêşî Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dan lîstikvan Klaus Maria Brandauer ku bi “Afrîkaya Min” bûbu berendama Oscarê. Brandauer xelata xwe ji destê Dîrektora Festîvalê Azize Tan girt.

Xelata Pêşbaziya Navneteweyî ya Laleya Zêrîn ku ji sala 1985’an ve tê dayîn îsal li ser navê Şakir Eczacibaşi hate dayîn. Civaka Eczacibaşi ji bo vê xelatê 25 hezar Euro xelata pereyan dide. Îsal di warê Pêşbaziya Navneteweyî de Xelata Laleya Zêrîn derhêner Feliks van Groeningen bi fîlmê xwe “Şeylerin Boktanligi/The Misfortunates” girt.

Xelata Laleya Zêrin a Filmê Herî Serketî yê Neteweyî” fîlmê derhêner Yagmur Taylan û Durul Taylan ê bi navê “Vavien” girt.

Di festîvalê de fîlmê derhênerê kurd Miraz Bezar bi navê “Min Dît” sê xelat bi hev re girt. Derhêner Bezar bi fîlmê xwe “Xelata Derhênerê Herî Serketî”, lîstikvana fîlm Şenay Orak “Xelata Lîstikvana Herî Serketî” û sazkarê muzîkê yê fîlm Mustafa Bîber jî “Xelata Muzîka Herî Serketî” girt.

Wezareta Çand û Turîzmê 50 hezar TL pere dide xelata Fîlmê Tirkiyeyê yê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî.

Derhêner Semih Kaplanoglu ku di festîvalên berê de bi fîlmên xwe “Sut”, “Yumurta” Xelata Gel a Rojnameya Radikalê girtibû vê carê bi fîlmê xwe “Bal” jî heman xelat girt.

Pêşbaziya Navneteweyî ya Laleya Zêrîn

- Di warê navneteweyî de: “Şeylerin Boktanligi/The Misfortunates” (Derhêner: Feliks van Groeningen)

- Xelata Taybet a Juriyê: “Matmazel Chambon” (Der: Sandrine Kiberlan)

Pêşbaziya Neteweyî ya Laleya Zerîn:

- Fîlmê Herî Serketî: “Vavien” (Der: Yağmur Taylan û Durul Taylan

- Derhênerê Herî Serketî: Miraz Bezar (Bi fîlmê Min Dît)

- Lîsitkvana Herî Serketî: Şeray Orak (Bi rola di Min Dît de)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Tansu Biçer (Bi rola di Beş Şehir de)

- Senaryoya Herî Serketî: Vavien / Engin Gunaydir

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Bariş Ozbiçer (Bal)

- Muzîka Herî Serketî: Mustafa Biber (Min Dît)

- Xelata Taybet a Juriyê: Bal (Semih Kaplanoglu)

Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê "FACE"

-Xelata Fîlmê Herî Serketî: "Ajami" (derhêner Scandar Copti û Yaron Shani)

- Xelata Taybet a Juriyê: The Day God Walked Away" (Derhêner: Philippe van Leeuw)

- Di warê Navneteweyî de Xelata Fibresci: Matmazel Chambon "Derhêner Stephane Brize)

- Di warê Neteweyî de Xelata Fibresci ya Onat Kutlar: Vavien (Derhêner: Yagmur Taylan û Durul Taylan)

Xelata Gel a Radîkalê

- Di warê Navneteweyî de: Min Diya Xwe Kuşt (Derhêner: Xavier Dolan)

Di warê Neteweyî de: Bal (Semih Kaplanoglu)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

 

Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Mêvanên festîvalê derketin gera Bogazê

- "Seyîd" derket pêşberî temaşevanan

- Di festîvalê de rêwîtiya belgefîlmên kurdan

- “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn

- Dawiya vê hefteyê gotûbêj û dersên sînemayê hene

-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir

- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne

- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Qoserê panelek li ser helbestê

ad

PEN’a Kurd karbeşiya xwe pêk anî

ad

Mehmet Dîcle li ser 'Nara'yê diaxive

ad

Merasima xelatdayîna ji bo nivîskarê filistînî ji nav bernameya fûarê hat derxistin

ad

Ev foto li Semsûrê hatiye kişandin

ad

Li Moskowayê pêşangeha çanda kurdî hate vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname