Þiroveyek li ser "99 Morîkên Belavbûyî"
Berat Qewîendam*
Min vê dawiyê xwendina wergera farisî ya Romana 99 morîkên belavbûyî ya Helîm Yûsiv ji aliyê Sayîme Xakpûrê va ku ev çend meh in li Îranê hatiye weþandin, bi dawî anî.
Bi kurtî; romana 99 Morîkên Belavbûyî serpêhatiya kesekî xwenda ji kurdên piranî 'Mektûm' ên 'Bakurê' Sûriyê di pergala rêveberiya vî welatî heta beriya alûgorên çend salên dawî nîþan dide ku ji qonaxekê û pêva, jiyana li wir zora wî dibe; vêca biryara xwe dide û koça Ewropayê dike.
Bakuriyê ku çarenûseke wekî gelê çend Bakurên din ji wan Bakurê Iraqê û Bakurê Kurdistanê heye.
Bûyer û serpêhatiyên tehl û biêþ, helbet carinan balkêþ û hestbar bi zimanê kesayetiyê yekem û di rastiyê de ji zimanê nivîskêr bixwe nata morîkên tizbiyekê li pey hev û heta roja îro tên vegotin.
Zarokatî û jiyana li Amûda sêwîtî û ketina bin destê dêmariyê, dilketina bi keçikeke ciwan bi navê 'Bêrîvan', atmosfera tirs, xiyanet û mizûriya mirovan di civaka wê demê de, terikandina welêt û derbaskirina qonaxên penabertî, entegrasiyon û sazbûn digel civaka nû, serpêhatiyeke evîndariyê li welatekî xerîb ku di dawî de bi zewaceke serneketî tê xitimandin û ya herî girîng mijûlbûna wî bi pîþeya wergêriyê ku dibe sebeb di salên tê de tûþî mirovine bi serpêhatiyên ciyawaz û ecêb, helbet carna diltezîn û xembar bibe.
Tecrubeya xebatên wergerandinê û avakirina pireyekê navbera însanên goriyê nijadperestiyê, xema xurbet û tenêtiyê li nexweþxane, navendên wergirtina Penaber û koçberan, sitargeh, zîndan, tîmaristan û þêtxane ji aliyekî va û berpirs û rêveberiyên têkildar ji aliyê din va.
Serpêhatiyên ku carina birînekê li birînên nivîskêr zêde dikin û carina wî dibin nav kuçe û kolanên Amûdê û þahî û lîstikên dema zaroktiyê.
Carina dibin zimanê wî û derd û birînên venekirî û mayî li ser dilê wî derdibirin, carina jî êþ û kesera mirovên ku di bin navên wekî jiyana di welatekî pêþketî û modern da nayên dîtin û bihîstin.
Carina jiyana bi kabûs û reþexewnan û carina nûçeyên ku wî matmayî dikin û hêviyekê didin wî; mîna wêrekî û xwebaweriya endamên malbatê û xelkê bajarê wî ku bi salan e dewsa tirs û bêhêvîtiya wan girtiye.
Dawiya dawî, di hevdîtinek ji van hevdîtin û þêwirînan de û sekna li ser hebeke morîkên vê tizbiyê ye ku nexweþê wî bixwe dibe pireyek navbera wî û Bêrîvanê, meþûqa bêwefa ya dema xortaniya wî û jina navsere, bitenê, hêvîþikestî û damayî ya îro; û hevdîtina dubare, vê carê li welatekî xerîb û ...
Pirtûk bi farisiyeke herikbar û xweþ hatiye wergerandin û dema mirov dest bi xwendina wê dike, heta teva neke nikare dest jê bike.
Hêjayî gotinê ye ev berhem ji aliyê Weþana Afraz va hatiye çapkirin.
*Nivîskarekî kurd ji Xorasanê