Diyarname
Ji bo Serokatiya RTUK'ê encamek balkêş derket: Niha MHP jî AKP jî li benda dengekî HDP'ê ye.
Di Lijneya Bilid a Radyo û Televîzyonê (RTUK) de li gor hejmara mebûsên li meclisê endam hene. Bi giştî 9 endamên jorîn hene ku li gor hilbijartina dawî 4 bûn mafê AKP'ê, 2 bûn yên CHP'ê û 3'yên din li MHP û HDP'ê bihatan parvekirin. Her yek endamek dan wan û endamê sêyemîn divê bi pişkeyê bihata hilbijartin lê hîle hat kirin û bi dengên mebûsên li Meclisê yê sêyemîn hat hilbjartin û bi dengên AKP'yiyan berendamê MHP'ê hat hilbijartin. Di encamê de MHP bû xwedî 2 endaman.
Û îro: Îro ji bo hilbijartina Serokatiya RTUK'ê dengdan çêbû. AKP'ê İllhan Yerlikaya, CHP'ê Ali Oztunç, MHP'ê Esat Çiplak û HDP'ê jî Ersin Ongel wekî berendam nîşan da.
Berendamê CHP'ê Oztunç ji bo dorvegerî serokatî pêşniyarê berendamê MHP'ê kir û ji bo wî vekişiya. Bi vî awayî dest bi dengdanê hat kirin. Berendamê AKP'ê 4 deng, berendamê MHP'ê 4 deng û berendamê HDP'ê dengek girt. Di dora diduyan de jî heman encam derket. Di encamê de tu berendamî 5 deng negirtin û nebû Serokê RTUK'ê. Hefteya pêşiya me dê careke din dengdan çêbe û kîjan berendam 5 dengan bigire dê bi ser bikeve. Niha pêdiviya berendamê MHP'ê jî pêdiviya berendamê AKP'ê jî bi dengê berendamê HDP'ê heye.
MHP ku berê diyar kiribû ku di tu karan de ligel HDP'ê kar nake dê berendamê xwe bi paş ve bikişîne, yan dê deng ji HDP'ê bixxwaze? AKP dê çawa bike? HDP dê dengê bide kîjan berendamî? Hefteya pêşiya me ev dê derkeve holê lê li aliyê din Serokatiya RTUK'ê gelek girîng e ji ber ku ew bi biryarên xwe her şikil didin Radyo û Televîzyonên Tirkiyeyê.