logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Tanrikulu: Serokwezîr gotinên heqaretwarî kirin

Heyeta Amedê îro bi Serokwezîr re hevdîtin pêk anî lê Serokê Baroya Amedê Sezgin Tanrikulu civîn terk kir.

  • Dîrok: 08/04/2008
  • Beş: Nûçe

 

Enqere
Heyeta Amedê îro bi Serokwezîr re hevdîtin pêk anî lê Serokê Baroya Amedê Sezgin Tanrikulu civîn terk kir.

Serokê Baroka Amedê Sezgin Tanrikulu bêyî civîn bi dawî bibe ji hevdîtina ku bi Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re dihat kirin derket û got; "Di hevdîtinê de gotinên ku wekî heqaret bûn hebûn. Ez parêzerim, kes nikare gotinên min bigire bin lêpirsînê, ji ber vê yekê ji bo ez zêde nekevim nav nîqaşê min civîn terk kir."

Piştî terkirina civînê Tanrikulu ji bo rojnamegeran got, "Gotinên wekî heqaretê bûn hebûn, ji ber ku min ev qebûl nekirin ez ji civînê derketim" û li ser pirsa "Çima xirecir derket?" jî wisa got; "Ez nizanim. Serokwezîr pir hêrsbûyî bû."

Tanrikulu got: "Ez ji kesî talîmatê nagirim. Kes nikare fikra min bigire bin lêpirsînê. Ez parêzerim û zêde girîngî didim serbixwebûnê. Ji ber ku zêdetir nîqaş dernekeve ez ji civînê derketim."

Li ser pirsa "Nêzîktêdayîna Serokwezîr a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çi ye" Tanrikulu got; "Ez nizanim, Serokwezîr dê baştir binirxîne. Lê me got ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka aboriyê ye, aliyên wê yên siyasî hene, gere di vê çarçoveyê de bê nirxandin." Her wiha Tanrikulu da zanîn ku ger Serokwezîr bixwaze dikarin careke din hevdîtinê pêk bînin.

Li gor hin agahiyan jî li ser zimanê kurdî di navbera Serokwezîr Erdogan û Tanrikulu de nîqaş derketiye û ji ber ku Serokwezîr gotinên tûj bikaranîne Tanrikulu dev ji civînê berdaye û derketiye derve.

Li gor nûçeyeke din jî Tanrikulu wisa gotiye: "Dibe ku serokwezîr gotinên min nepejirîne. Ez ne mebûsê wî me. Serokwezîr nikare kesî bi nedirustbûnê şermezar bike. Ez dirustbûna xwe bi kesî nadim nîqaşkirin."
Her wiha Tanrikulu daye zanîn wî Almanya û Swêd mînak daye û di gotinên wî de tu pirsgirêk nîn in.

Serokwezîr Erdogan û Serokê Baroya Amedê Sezgin Tanrikulu di 5'ê rêbendana 2008'an de jî li serdana Serokwezîr a Amedê de nîqaş kiribûn. Di wê hevdîtinê de Tanrikulu xwestibû ku bi kurdî perwerdehî bê kirin û Erdogan dîsa hêrs bûbî.

Her wiha Heyeta ku ji saziyên sivîl ên Amedê pêk dihat îro bi Serokê Giştî yê DSP'ê Zekî Sezer re jî hevdîtineke pêk anîn. Her du aliyan dan zanîn ku hevdîtin baş derbas bûye. Heyet ku dê îro bi DTP'ê re hevdîtin pêk bianiya ji ber kêmbûna demê hevdîtina xwe hiştin ji bo sibê. Li bendê ne ku heyet dûre bi CHP û MHP'ê re jî hevdîtinê pêk bîne.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Gabor’ ji soranî bo kurmancî hat amadekirin

ad

Di roja yekeme de Ozgur Gundem baş hat firotin

ad

Li Batmanê ji bo Erdogan afîşên balkêş

ad

Li ser Rojava du nûçeyên îro derketine pêş

ad

Ev qumbare li benda pirtûkên we ye!

ad

Xelata Rahîbe Temesa dan Saziya Êzîdiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname