Riha
Li Rihayê digel berf û hewaya sar bi beşdariya hezaran kesî BDP'ê Rihayê li dar ket. Di mîtînga bi navê "Ez li vir im" de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş wisa got: "Di 3 salan de 6 hezar û 200 hevalên me tewqîf kirin. Lê ev yek nikare rastiyê biguherîne. Hemû hêza xwe bikar bînin jî nikarin rastiya Kurdistanê biguherînin. Hemû ciwan, extiyar, jinên me kadroyên me, mebûsên me, şaredarên me ne. Ma dikarin gelî hemû tewqîf bikin? Dikarin 15 mîlyonî tewqîf bikin."
Demirtaş di mîtîngê de wisa axivî:
- Di sar û seqemê de operasyon bidomin, emê jî bêyî guh bidin sar û seqemê emê mîtîngan li dar bixin. Digel vê hewayê hûn hatine vê derê, we ev der tije kiriye em sipasiya xwe pêşkêşî we dikin.
- Li Tirkiyeyê çewsandineke ku heta niha nehatiye dîtin li ser me ye. Di 3 salan de 6 hezar û 200 hevalên me hatin girtin. Her roj tewqîfkirin didome. Lê digel vê yekê jî em dibêjin aştî û demokrasî. Digel vê yekê jî AKP dibêje 'Ez aştiya we û hiqûqa we nas nakim' Lê bi vê nikarin pêşî li me bigirin.
- Ey desthilatdarî îro di destê te de hêza ku zilmê bikî heye, lê rastiyên ku tu nikarî têk bibî hene. Bi polîsên xwe, gazên xwe, bi hemû hêza xwe tu nikarî kurdan û zimanê wan têk bibî. Tu nikarî biguherînî. Tu nikarî guhê xwe li daxwazên vî gelî ker bikî. Ger tu van daxwazan nebihîzî emê ber xwe bidin.
- Her jin, ciwan, extiyarê me kadroyê me, şaredar û mebûsê me ye. Tu dikarî 15 mîlyon kesî tewqîf bikî?
- Em êdî nabêjin tecrîda li ser Ocalan rakin. Em ji bo birêz Ocalan azadî dixwazin.
- Emê beşdarî xebatên Zagona Bingehîn bibin. lê bêyî qedexe hebe emê beşdar bibin. Ger tu bêjî 'bibe koleyê min' bizane tuyê hê pir bisekinî. Li ber te çongdanîn jî aliyekê, emê birûyeke xwe jî nadexin.
- Heta Newrozê emê li qadan bin. Emê daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo dengê me bibirin, em li malên me hepis bikin operasyonên bi navê KCK'ê dan dest pê kirni. Lê digel vê jî em li qadan in.
- (Li ser kişandina kamerayê ya polîsan) Destên xwe bilind bikin (piştî gel tiliyên xwe bilind kirin). Bikişînin, vê dîmenên baş bikişînin û ji Wezîrê Karên Hundir re bişînin û bibêjin 'Gelê li Rihayê teslîmê we nebû.'"
Di mîtînga li Rihayê de digel Demirtaş, mebûsê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, mebûsa Qersê Mulkiye Bîrtane, Hevserokên BDP'a Rihayê Fatma İzol û Mehmet Vural, şaredarên Wêranşar, Sirûc, Serêkaniyê, rêveberên BDP'a Xelfetî, Hîlwan, Sêwregê jî amade bûn.


