Diyarname
Îro Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mikdad li Moskovayê hatin ba hev. Pişî hevdîtinê civîna çapemeniyê hat li dar xistin û Lavrov di civînê de got ku hewldaneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Lavrov wisa gotiye, “Tiştê muhîm ew e ku destûrê nedin hewldanên nû yên leşkerî, divê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li ser rêgezên siyasî, bi ser rêyên dîplomatîk re peyman bê çêkirin.”
Li ser hevdîtina Enqere û Şamê jî Lavrov gotiye ku bi salan e ji bo têkilî bê asta normal di asta Astana de xebat hatine kirin û ji wê demê de tê kirin.