Diyarname
Cemaeta Fethullah Gulen li ser pirsgirêka kurd Îsmaîl Beşîkçî û nivîskarê Cumhuriyetê Hikmet Çekintaya kir mêvanên xwe û li wan guhdarî kir.
Li gor nivîsa Dogan Akin a di T24.com.tr de (foto jî ji heman malperê hatiye girtin) Weqfa Nivîskar û Rojnamegeran a ku saziyeke cemate Gulen e civaknas Îsmaîl Beşîkçî vexwendiye civîneke û Beşîkçî li ser pirsgirêka kurd axiviye. Bi rêya Gerînendeyê Weşanê yê Kovara Birikimê Omer Laçiner xwe gihandine Beşîkçî û Beşîkçî bîrîfîngeke daye wan. Beşîkçî di axaftina xwe ay 45 deqîqeyan de li ser pirsgirêka kurd dîtinên xwe anîne ziman.
Nivîs dibêje ku Cemaetê paşê gazî nivîskarê Cumhuriyetê Hikmet Çetinkaya jî kiriye û ew vexwendine taştê, 2 saetan lê guhdarî kirine.
Her wiha Akin di nivîsa xwe de diyar dike ku tiştên Cemaetê ji Beşîkçî xwestine Beşîkçî wekî wan negotiye.