Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ev hefteyekê bû lêpirsîneke dabû dest pê kirin, di encamê de îro Şaredarê BDP'ê yê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Silopî Emin Togurlu û Şaredarê Hezexê Resul Sadak û Serokê BDP'a Silopî Bahattin Alkiş serê sibê li malên xwe hatin binçavkirin, êvarê ji aliyê dadgehê ve hatin tewqîfkirin.
Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku di çarçoveya lêpirsîna KCK'ê de polîsan serê sibê avêt ser malên şaredaran û rêveberên BDP'ê gelek kes girtin bin çavan. Şaredar hatin girtin û ew şaroir Girtîgeha Tîpa D.
Di çarçoveya operasyonên KCK'ê de heta niha nêzî pênc hezarî siyasetmedarên kurd hatine girtin.
***
Nûçeya eleqedar: