WAN
Şaredarê Wanê Bekîr Kaya berî binçavkirinê got: Biryara derbarê binçavkirina me de ji aliyê Serokwezîr Erdogan û Cîgirê wî Beşîr Atalay ve hatiye girtin.
Polîsan roja 7'ê mehê, şefeqê bi ser mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya li Taxa Halîl Aga de girtin û piştî lêgerîna ku 3 saetan dom kir de Kaya hat binçavkirin. Kaya dema ji mala wî derxistin, ji bo rojnameyên li wir amade axivî û da zanîn ku biryara derbarê binçavkirina wan de ji aliyê Serokwezîr Erdogan û cîgirê wî Beşîr Atalay ve hatiye girtin û wiha got: "Biryara der barê me de Erdogan û Atalay di televîzyonê de da."
Kaya diyar kir ku ew hêvîdar e Serokwezîr Erdogan û Wezîr Atalay di dema îfadedayîna wan de li wir amade be.
(Wêneyê Bekir Kaya di dema ku ew ji bo birçavkirinê dibirin hatiye kişandin)
***
Nûçeya eleqedar:
- 45 saziyên sivîl: Armanca operasyonan astengiya xebatên şaredariyan in