Diyarname
Whatsapp bernameyek di nav telefonên destan de ye ku bikarhêner ji ser wir re peyaman dikarin bişînin, axaftinê bikin bêyî ku pere ji wan herin. Whatsappê niha gavek nû avêt û şîfre li peyaman kir. Li gor rêbaza nû ya Whatsappê dema kesek peyamekî bişîne ew peyam heta bigihîne xwediyê wî/ê dê krîptoyî (yanê şîfrekirî) be, heta ew kes veneke kesê/a sêyem dê nikaribe veke. Fêdeya vê yekê ew e kesên sêyem dê nikaribin peyama kesek bixwînin, her wiha yên ku wê telefonê bi veşarî dişopînin jî dê êdî nikaribin wan peyaman bişopînin.
Whatsapp ku li temamê dinyayê bi ser mîlyarek kesî re bikarhênrên wê hene ragihand ku ev krîpto dê hem ji bo peyaman hem ji bo axaftinan be.
Di sala 2014'an de Facebookê kompaniya Whatsappê bi 22 mîlyar dolarî kirî bû.