Diyarname
Nûçegîhana The Insider Oksana Baulina li Kîeva Ûkraynayê di encama bombebaranê de mir.
The Insider ragihand ku rojnameger Baulina dema li Podilê de dîmenên cihê bombekirî diekişand de encama bombebarana Rusyayê de miriye.
Ji destpêka şer ve heta niha 5 rojnamegeran canê xwe ji dest dan.
Serê adarê de Yevhenii Sakun ku ji televîzyona Ûkrayna LIVE'ê û Ajans EFF ya Spanyayê dixebitî mir. Piştî du hefteyan rojnameger û sazkarê fîlman ê amerîkî Brent Renaud, piştî du rojan jî xebatkarên Foks TV Pierre Zakrzewski û Oleksandra Kuvshinova canê xwe ji dest dabûn.