8 sal berê îro çeteyên DAIŞ'ê êrîşê kurdên Şengalê kir û xwest qira wan bîne. Bi hezaran kuştin, dîl girtin û bi hezaran kurdên êzîdî jî ji ber vê reviyan çol û çiyan. Li ser rêyan jî yên mirin çêbûn. Îro salvegera vê komkujiyê bû. Ji her alî, herdorê kurdan komkujî lanet kirin. Wênesazê kurd Xelef Diljan jî ji yek ji wêneyên reva ji wê komkujiyê xêzek saz kir û li ser hesabê xwe belav kir.
Ji bo salvgera vê komkujiyê û bîranîna wan em jî vê xêza Xelef Diljan digirin û belav dikin.



