Diyarname
Li Stenbolê ji serê sibê de kurd ber bi qada Newrozê, ber bi Qazliçeşmeyê ve ketin rê.
Jin û mêran bi kincên neteweyî, zarok, ciwan, extiyaran bi rengên kesk, sor û zer qad xemilandin.
Newroza ku Midûrê Emniyeta Stenbolê Huseyîn Çapkin ji dûr ve şopand de li dor 400 hezar kesî li qadê bû.
Vana hin not:
- Piraniya jinan bi kesk û zor û zer xwe xemilandibûn.
- Digel ku hewa hinek sar bû û li bendê bûn ku baran bibare jî ji her temenî mirov li qadê bûn. Zarokên 2-3 salî jî têde.
- Ciwanên temenê wan di bin 20'î de zêdetir agirê dilê wan geş bû. Diruşm û coşa wan wisa bilind bû ku hinan montên xwe avêtin nav agir û agir geş kirin.
- Di Newrozên Stenbolê de par lûtke bû lê îsal hejmara gel ji par jî derbas kir. Yên ku qala 500 hezar kesî, yên ku zêdetir dikir jî hebûn. Lê hejmara dor 400 hezar kesî herhal hejmareke di cih de ye.
- Polîsan bi şid li ser mirovan lêgerîn pêk dianî. Ev carinan dibû sedema xirecirê lê çalakiya Newrozê bê pevçûn derbas bû.
- Di nava girseyê de komeke endamên DYG pankarta "Partiya Kafirên Bêedalet AKP" vekirin.
- Di mîtîngê de rêxistinên sivîl jî hebûn ku di nav wan de anarşîstan jî bi pankantên xwe yên reş bal dikişand.
- Diruşmên li ser Kurdistan, Ocalan û Newrozê her bilind dibûn.
- 2 keçikên biçûk ku bi cilên xwe yên neteweyî belavoka "perwerdehiya zimanê zikmakî" dixwazin belav dikirin, belavok da polîsan jî lê polîsan qabûl nekir.
- TZPKurdî bi pankarta "Em ê mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê bigirin" û bi strana "Zimanê kurdî" meşiya.
- Dayikên Aştiyê Konê Çareseriya Demokratîk vedan.
- Ji ber qelebalixê ku hinek bênesef man, ew rakirin nexweşxaneyê.
Wekî nota dawî:
Hevserokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş, mebûsa BDP'ê Sabahat Tuncel, Ufuk Uras jî li qadê bûn.