Diyarname
Almanya li hemberî Tirkiyeyê dike gavan biavêje, Tirkiye ji ya xwe nayê xwarê. Dê kî zerarê bike? Rewşa aboriya wan û têkiliya wan a aborî ya di navbera hev de di çi astê de ye?
Vaye bi reqeman têkiliya wan:
- Li gor malpera Wezareta Aborî ya Tirkiyeyê di sala 2016'an de sedî 9,8 îxrackirina xwe (bi qasî 14 mîlyar dolarî) şandiye Almanyayê. Tirkiye piştî Almanyayê herî zêde mal dişîne Îngilistan û û Iraq di rêza sêyemîn de tê. Welatên din ên rojavayî jî li dû van tên.
- Tirkiye salane 21,5 mîlyar dolar mal ji Almanyayê îthal dike. Ev yek sedî 10,8 îthalata Tirkiyeyê ye. Piştî Çînê wekî welatê duyemîn e.
Bi gotinek din Tirkiyeyê 14 mîlyan dolarî tiştan difroşe û 21,5 mîlyar dolarî dikire.
Ji bo tûrîzmê 9 salên herî xirab
- Ji bo Tirkiyeyê (li gor Wezarneta Tûrîzmê) herî zêde tûrîsm ji Almanyayê tên. Piştî qeyrana ligel Rusyayê di hatina tûrîstan de asta herî hindik çêbû û di sala 2016'an de 25,4 mîlyan tûrîst hatibûn. Ev 9 sal bûn ew qas tûrîst hindik nebûbûn. Par di hejmara hatina tûrîstên alman de jî sedî 30 ketin çêbûbû.
- Di 5 mehên pêşî yên 2017'an de di hatina tûrîstên alman de sedî 9,9 kêmbûn çêbûbûn. Par bi temamî ev reqem sedî 13,9 bû. Ger hatina tûrîstên alman kêmtir bibe di vî warî de dê 2 mîlyarn dolar tûrîzma tirk winda bike.
Bandora asta mezinbûna welat
- Tesûra tûrîzmê ya ji bo aboriyê di salek normal de li dor 30 mîlyar dolarî ye. Di sala 2015'an de di nav butçeya Tirkiyeyê de cihê tûrîzmê bi sedî 6,2 bû. Par ji ber ku tûrîst kêm bûn ev daket 2,6'î. Bi tûrîzmê mezinbûna aboriya Tirkiyeyê di sala 2016'an de gihîşt asta 2,9 lê di sala 2015'an de ev yek 6,1 bû.
Almanya di rêza 6'an de ye
- Li gor Wezareta Aboriyê di navbera salên 2002-2017'an de Almanya 6'emîn welat bû ku raste rast li Tirkiyeyê razemenî dike. Para Almanyayê di razemenî de 8,97 mîlyar dolar e ku ev yek dike sedî 6,3. Heman demê herî zêde Hollandayê razemenî kiriye (bi 22,1 mîlyar dolarî) û dûre DYA, Avsturya, Îngilistan, Lukserburk tê û Almanya di rêza şeşan de tê.
- Li Tirkiyeyê li dor 6800 şîrketên bi sermiyana Almanyayê hatine avakirin hene.