Diyarname
Rêberê Yekîtiya Komara Sovyetên Sosyalîst Mihail Gorbaçov îro ket 90 saliya xwe. Bi vê yekê pênaseya rêberê Rusyayê yê herî temen mezin bi dest xist.
Serokê Sovyetê yê berê Mihail Gorbaçov di 2'yê adara 1931'ê de li Stavropolê ku dikeve aliyê bakurê KAfkasyayê hatiye dinê. Wî dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye.
Gorbaçov di sala 1952'yan de dibe endamê Partiya Komunîst a Yekîtiya Soveyetê (PKYK). Ew piştî ku di sala 1955'an de xwendena xwe ya li Zanîngeha Hiqûqê ya li Mostovayê temam dike di nav Yekîtiya Komunîstên Ciwan de peywirê digire ser milên xwe. Sala 1970'yî de li Stavropolê dibe Sekreterê Yekemîn ê Teşkîlanê, 1971'ê de ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya PKYK'ê.
Gorbaçovê di sala 1985'an de bi mirina Çernenko re dibe Sekreterê Giştî yê PKYK'yê û ji bo nûkirina polîtîkayên Glasnost (zelalî) û perestroîka (ji nû ve sazkirin) gavan diavêje û li dinyayê ev gavên wî deng didin. Di kewçêra/cotmeha 1988'an de ji bo Serokdewletî tê hilbijartin.
Gorbaçov dema tê hilbijartin dest bi reforman dike. Diçe Çînê ku ev 30 sal bûn tu rêberên Sovyetê neçûbîn wir. Ligel rêberên welatên rojava wekî Almanya, Qraliyeta Yekbûyî, DYA jî hevdîtinan pêk tîne.
Mihail Gorbaçov dema tê ser kar di warê aboriyê de jî dest bi reforman dike. Li welat gelek alkol tê vexwarin, Gorbaçov dijî vê jî derdikeve û pêre dijî karên nelirê jî derdikeve.
Di 25'ê berfanbara 1991'ê de bi zorê ew dan îstîfakirin.
Gorbaçovê ku niha xwediyê rojnameya Rovaya ye li Rusyayê dijî.
TEMENÊN RÊVEBERÊN RUSYAYÊ
Rojnamegerên rus Dmitriy Smirnov ji ser telegramê re peyam weşand û got Gorbaçov bi 90 saliya serokê Sovyetê yê herî temendirêj e.
Ji rêberên Yekîtiya Sovyetê Vladimir Lenin 53 salî, Josef Stalin 74 salî, Aleksandr Kerenskiy 89 salî, Boris Yeltsin 76 salî bû mir.