Diyarname
Di 3'yê gelawêja 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kiribûn û bi hezaran êzîdî kuştibûn, bi hezaran keç û jinên wan jî revandibûn. Niha roja 7'ê mehê Meclisa Federal a Almanyayê guh da rapora komîsyona mafên mirovan a ku dixwaze komkujiya êzîdiyan wekî komkujî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Parlemenê pêşniyara komîsyonê erê kir û ji bo bi awayekî fermî nasîna komkujiyê gavek muhîm avêt. Parlemen payîzê dê li ser vê pêşniyarê bicive û biryarê bide ku wekî komkujî bi awayekî fermî qebûl bikin an na. Niha wekî gaveke girîng pêşniyara komîsyonê hat erêkirin. Denga dê payîzê be lê hê nehatiye diyarkirin ku dê kîjan rojî parlemen ji bo vê li hev bicive.