Diyarnam
Di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Amedê de Îsmaîl Beşîkçî beşdarî panela bi navê "Di sedsala 20'an de Pirsgirêka Kurd û Rewşa Niha" bû û axivî. Di panela ku heta niha yek ji panelên herî zêde beşdarî hebû de Beşîkçî li ser meseleya dewletbûna kurdan axivî.
Beşîkçî di panela xwe de bi taybetî li ser parvekirina Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn rawestiya û bal kişand ser nebûna dewleteke kurdî. Wî ev yek bi pirsgirêka kurd re girê da û got: "Parçekirina Kurdistanê talana mafê dewletbûna kurdan e."
Beşîkçî mînaka Helebçe da û got ku dema Helebçe çêbû Konferansa Dewletên Îslamê li dar ket, wan qala Helebçeyê nekir lê qala tirkên Buldaristanê kir.
Beşîkçî mînaka Bangladeşê jî da û got ku dema Bangladeşê xwest ji Pakistanê veqete, Pakistanê got 'em birane' lê Bangladeşê bersiva 'cîrantiya me ji biratiya me baştir' û bi vî awayî dewleta xwe îlan kir.
Biratiya Îslamê kurd gelek xapandiye û bi vê yekê nehiştine kurd dewleta xwe saz bikin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- 'Ti embar nêgîrê de tuyê çi borê?'
- Ji Fûara Pirtûkan a Amedê notên rojekê
- Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin
- Fûarey Kitaban a Amedî dest pêkena