Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê ragihand ku ji dema ku desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin. Nêzî 60 milyar dolar ji aliyê siyasetmedaran ve hatiye derxistin.
Salih li dijî nelirêtiyê pêşnûmayeke qanûnê pêşkêşî parlamentoyê kir. Salih ragihand ku ji bo ku ew pereyê hatiye windakirin bi paş ve bîne û teslîmî edaletê bike, ‘nivîseke girîng’ daye parlementoyê. Serokomarê Iraqê bang li parlementeran kir ku bila piştgiriyê bidin erêkirina qanûnê.
Li gorî Rêxistina Şeffaftiyê ya Navneteweyî Iraq di warê nelirêtiyê de di nav welatên rewşa wê herî xerab de ye. Li gorî çavdêrên siyasî jî wê erêkirina qanûna serokkomar zehmet be, herwiha dibêjin wê partiyên siyasî vê yekê sabote bikin. Çavdêr dibêjin ji bo ku qanûn neyê pejirandin, wê hertiş were kirin. Sedem jî bi tevlîbûna siyasetmedaran ya bi gendeliyê ve girêda.
Li gorî çavkaniyeke ji sektora bankayan a li Iraqê siyasetmedarên Iraqê di nava 18 salan de di serî de ber bi Lubnanê ve 60 mîlyar dolar ji welat derxistine. Lê Lubnan hatiye asta îflasê. Derxistina pereyan a ji bankayên Lubnanê hema bibêje qet ne mimkûn e.
Serokomarê Iraqê Salih di dewamê de got; “Gendelî li pêşiya ekonomî û pêşveçûna civakî astengiyeke mezin e. Ji sala 2003’an û vir ve hezar milyar dolarê ji petrolê hatibû bidestxistin, 150 milyar dolarê wê ji welat hatiye revandin.”
Tê xwestin ku hemû şandinên pereyan ên li ser 500 hezar dolaran û bi taybetî hesabên bankayan ên ku herî kêm mîlyonek dolar tê de hene, bila werin lêpirsîn. Wê hemû veberhênan û peymanên ji ber nelirêtiyê jî were betalkirin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin