Stenbol
Di 150'emîn roja bûyera Roboskî de komek Aktîvîstên Aştiyê li Kolana Îstîklala Beyogluya Stenbolê hatin ba hev û heta Taksîmê meşiyan. Komê pankartên wekî "Ger em ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe. Bila lêborîn bê xwestin, ji berpirsan hesab bê pirsîn" vekirin. Her wiha ji bo şermezarkirina Roboskiyê sê deqîqeyan wekî miriyan xwe li erdê dirêj kirin.
Her wiha Mebûsê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel jî di nav de kom endamên Kongreya Demokratîk a Gelan li Dolmabahçeyê hatin ba hev û komkujî şermeza kirin. Mebûs Sirri Sureyya Onder li vir wisa got: "Ev bûyer di bîran de hatiye kolan êdî nayê ji bîr kirin."


