Zeki Ozmen
Kongreya Saziya Civaka Kurd li Almanya (KGD) di roja xwe ya yekemîn de bû qada peyamên siyaseta alaman a piştgiriya kurdan dest pê kir.
Kongreya KGD‘ê ku li bajarê Giessen a Almanyayê doh bi peyamên mêvanan dest pê kir, dê îro bi hilbijartina rêveberiya nû dewam bike.
Di axaftina vekirina kongreyê de Serokê KGD‘ê Ali Ertan Toprak bal kişand ser girîngiya kurdan a derbarê pirsgirêka penaberiyê ya ber Ewropayê ve. Toprak wiha axivî: “Serokwezîra Almanyayê Merkel diçe ji bo pêşîgirtina pêla penaberan a ber bi Ewropayê ve bi piştgirê DAIŞ’ê Erdogan re rûdine. Divê were zanîn ku muxatabê jiholêrakirina sedemên penaberiyê ne Erdogan e. Muxatabê vê yekê kurd in, ji ber kurd tenê li dijî DAIŞ a ku bu sedemê penaberbûnê ye şer dikin." Toprak bang li partiyên kurdan kir ku heta serxwebûna Kurdistanê wekî li Kobanî û Şengalê mil bi mil têbikoşin.
Şaredara Bajarê Giessen, Dietlind Grabe-Bolz jî malovan bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe anî zimên ku ew wekî bajar malovaniya vê kongreyê dikin.
Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê (Die Grunen) Cem Ozdemir jî beşdarî kongreyê bû. Ozdemir kêfxweşiya xwe ya derbarê xebatên entegrasyona li Almanyayê ya KGD’ê pesinand û kêfxweşiya xwe ya derbarê rizgarbûna Şengalê de jî anî zimên. Hevserokê Partiya Keskan her wiha Kobanî jî wekî sembola azadiyê bilêv kir.
Ji ber roja destpêkê ya kongreyê rastî roja rizgarbûna Şengalê hat, peyamên piraniya siyasetmedarên kurd û alman ên wekî mêvan li ser dikê axivîn kêfxweşiya xwe anîn zimên. Cîgirê Serokê Partiya Sosyal Demokratên Almanyayê ku şirîkê hikumetê ye, Thorsten Schaefer-Gumbul got ku îro bi rizgarkirina Şengalê roj xweş bûye. Sembola alîkariya mirovî Rupert Nedeck jî got ku tenê kurd dikarin li dijî DAIŞ’ê şer bikin û yek lê zêde kir: “Mala Xwedê ava, Şengal êdî azad e!"
Dostê kurdan ê navdar û şaredarê berê yê bajarê mezin ê Hannoverê Herbert Schmalstieg jî behsa wê yekê kir ku ew hê di salên 1960’an de tevlî xwepêşandanên ji bo azadiya Kurdistanê dibû. Schmalstieg ku gelek caran ji hêla rojnameyên tirkan ve ji ber piştgiriya wî ya kurdan wekî hedef dihat nîşandan, helbesteke hevjîna xwe ya ku di sala 1992’yan de nivîsîbû xwend. Herbert Schmalstieg her wiha diyar kir ku dê Hannover ji xwe re hilbijêre ka dê bibe bajarê dost yê Konya yan jî yê Amedê. Wî, Amed hilbijartiye. Xwatirxwestina xwe jî wî wiha qedand: “Ez ji te hez dikim Kurdistan.”
Prof. Dr. Îlhan jî gotarek derbarê xebata xwe hevpar a bi eyaleta Baden Wurtenberg re ya derbarê rehabîlîtasyona jinên bûne mexdûrê DAIŞ’ê pêşkêş kir. Axaftina Kizilhan a digel nimûneyên serpêhatiyan û videoyên axaftinên mexdûran bûn sedama bêdengiyeke mezin di salonê de. Kizilhan her wiha derbarê rizgarkirina Şengalê de jî wiha axivî: “Bi rizgarkirina Şengalê re helbet pirsgirêkên êzdiyan neqediyane. Gelo dê birayên wan mafê xwerêveberiyeke taybet piştî 800 salan bidin wan?"
Her wiha Armin Laschet ê Cîgirê Seroka Partiya Xiristiyanên Demokrat a Almanyayê (CDU) ku bi serokwezîr Angela Merkel li ser hikum e, Armin Laschet jî piştgiriya xwe ya ji bo kongreya KGD’ê û tekoşîna kurdan anî zimên. Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî jî ku bi gotara “Çima divê dewletek ji bo kurdan pêwîstiye” bi pêşwaziyek germ û bi deqîqeyan çepikdana li ser lingan çû ser dikê. Beşîkçî bal kişand ser wê yekê ku şehîdên kurdan ji bo azadiyê dane ji hejmara şêniyên dewletên du milyonî bêtir e.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî beşdarî kongreyê bû û hem xebatên KGD’ê pesinand û hem jî bal kişand ser rewşa Kurdistanê.
Digel xelatkirina Îmaîl Beşîkçî û Cem Ozdemîr a xebata wan ji bo piştgiriya gelê kurd û hevtêgihîştina neteweyan, opereta kurd Pervîn Çakir bi muzîkjenan Nûrê Dilovanî û Nazê Işxan mêvanên kurd û alman mest kirin.
Kongre dê di roja duyemîn de bi raporên xebat û hilbijartina rêveberiya nû dewam bike.